Li Derayê fermandarekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin

Li Derayê mayînek bi erebeya komeke girêdayî hêzên hikumeta Şamê ve teqiya. Di encamê de fermandarek hate kuştin.

Li Derayê fermandarekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin
9 sibat, 2022   15:53
NAVENDAN NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Derayê mayînek bi erebeya fermandarekî koma "ewlehiya leşkerî" ya hikumeta Şamê li teqiya. Di encama teqînê de fermandarê komê hate kuştin.

Li aliyekî din jî dewriyeya hêzên hikumeta Şamê di navbera bajarokê Seyda û Neîme yê rojhilatê Derayê bi mayînekê hate hedefgirtin, di encamê de hejmarek leşkerên hikumetê birîndar bûn.

Her wiha li taxa Secne ya Derayê bombeyeke teqaiya, lê agahiyên derbarê wendahiyan de tune ne.

Li bajarê Newa yê gundewarê rojavayê Derayê, kesên nenas welatiyek gulebaran kirin, di encamê de hate kuştin. Li gorî malbatan kesê hatiye kuştin beriya demekê ji Îmaratê hatibû û ne girêdayî tu kesî bû.

SOHR`ê eşkere kir ku ji destpêka Çileyê ve 41 êriş  bi rêbazên cuda li bajarê Derayê hatine kirin. Di encamê de 29 kes hatin kuştin, ji wan 17 sivîl in û 9 leşkerên hikumeta Şamê û endamên "lihevkirinan" e. her wiha 2 leşkerên ku berê "lihevkirin" erê kiribûn, lê tev li tu aliyên leşkerî nebûbûn, her wiha çeteyekî DAIŞ`ê bû.

(eh)