Şervanê YPG’ê Dr. Ronî li Silêmanî hate bi bîranîn

Şervanê YPG’ê Dr. Ronî di duyemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê li Silêmaniyê hate bi bîranîn.

Şervanê YPG’ê Dr. Ronî li Silêmanî hate bi bîranîn
9 sibat, 2022   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê şervanê YPG’ê Dr. Ronî ( Cemal Muradî) di duyemîn salvegera şahadeta xwe de bi merasîmekê hate bi bîranîn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre peyama Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Xembar Rojhilat ve hate xwendin.

Dr. Ronî ( Cemal Muradî) di sala 2011’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û diçe çiyayên Kurdistanê. Piştre tevlî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe. Li Rojavayê Kurdistanê di 9’ê Sibata 2020’an de  şehîd dibe. Birayê Şehîd Ronî, yê bi navê Sediq Muradî jî di Newroza 2018’an de li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.