‘Qey Nêçîrvan Barzanî ji xwîna şehîdên Rojava şerm nake!’

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya DAIŞ`ê dixwaze tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe lê dê li hember van planan li ber xwe bidin. Têkildarî serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji Enqereyê re jî got “Ma ji xwîna şehîdên Rojava şerm nake? Wan sersaxî jî ji miletê xwe re nexwest.”

‘Qey Nêçîrvan Barzanî ji xwîna şehîdên Rojava şerm nake!’
9 sibat, 2022   02:47
QAMIŞLO

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê didomin.

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a qirker ên li dijî gel û pêkanîna komkujiyan; serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan re civiya.

Der barê mijarê de şêniyên Qamişloyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Necah Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ev bi sedan sal e komkujiyan li ser Kurdan pêk tîne û wiha dom kir: “Rêveberiya Başûr û dewletên di nava Koalîsyonê de bi dewleta Tirk re hevkar in.”

Necah Mehmûd got: “Ji destpêka şoreşa Rojava ve, hê dema Koalîsyon tune bû jî, gelê me parastina xwe kir, ji ber vê yekê em ê dîsa tevî gelê xwe li ber xwe bidin. Heke hêzên din îxanetê li me bikin, bila ji vir biçin.”

Helîm Iko jî da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker xwest bi rêya çeteyên DAIŞ`ê tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe û gelek dewletên din destek dayê. Iko wiha axivî: “Dewleta Tirk hemwextî binkeftina êrişa çeteyan li seranserê sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe êrişî sivîlan kir, da ku nasnameya Kurdan tune bike û êrişî Mexmûr û Şengalê jî kir.”

Helîm Iko diyar kir ku tevî sûcên dewleta Tirk a dagirker jî serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe hevdîtinê bi Erdogan re pêk tîne û wiha pê de çû: “Di rojekê de ku merasîmên şehîdên me dihatin lidarxistin. Nêçîrvan Barzanî diçe cem rejîma faşîst.”

Helîm Iko wiha axaftina xwe domand: “Heke hûn Kurd bin, dest ji van kiryaran berdin, ev xerabiyê ji bo me tîne. Gelê me dijiminên xwe baş nas kirine. Bila Erdgoan baş bizane tunebûna wî li ser destê Kurdan e. Bila pişta xwe bi çeteyên DAIŞ`ê, El-Nusra û dizên dîtir xurt neke, em dev ji mafê xwe bernadin.”

‘QEY RÊVEBERIYA BAŞÛR JI ŞÊX SEÎD JÎ ŞERM NAKE’

Celîla Ebdê jî wiha ji rayedarên hikumeta Başûr re got: “Nefikirin ku dê dewleta Tirk ji we re bibe pişt, dewleta Tirk ne tenê dijminê Rojava ye, dewleta Tirk dijminê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Bila nebêjin dewleta Tirk hevkariya me dike, berovajî wê dewleta Tirk me lawaz, bê hêz û parçe dike.”

Celîla Ebdê wiha pê de çû: “Nêçîrvan Barzanî kursiya xwe li kêleka Erdogan datîne. Qey ji xwe şerm nake, ji xwîna şehîdên Rojava şerm nake? Ma hûn ji Şêx Seîd şerm nakin ku li qada Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve hat darvekirin. Sersaxiyê ji miletê xwe re bixwazin, hevgirtinê bi miletê xwe re bikin. Alîkariya dijminan nekin.”

ANHA