'Ne dûr e ku lihevkirineke navneteweyî li dijî Rêveberiya Xweser hebe'

Şêniyên herêma Cizîrê bal kişandin li ser êrişên hemwext ên Tirkiyê yên li ser herêmê û binkeftina êrişên DAIŞ'ê li Hesekê Cizîrê, her wiha bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan. Şêniyane gotin, ne dûr e ku li dijî Rêveberiya Xweser lihevkirineke di navbera Tirkiyê û hêzên navneteweyî de hebe.

'Ne dûr e ku lihevkirineke navneteweyî li dijî Rêveberiya Xweser hebe'
9 sibat, 2022   04:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi ragihandina QSD'ê ya serkeftina li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê re e, dewleta Tirk a dagirker êrişê heweyî  li dijî Mexmûr, Şengal, Dêrik û herêmên Şehbayê pêk anîn. Ev êriş di nava bêdengiya hêzên "Garantor" û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de pêk hatin.

/kr/uploads/files/2022/02/08/194016_-.webp

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm got, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê ew e ku DAIŞ'iyên girtî birevînin, herêmê dagir bike û derbeyekê li kêleka Rêveberiya Xweser bixe, her wiha demografiya herêmê biguhere.

Mihemed Ebdurehîm bal kişand ser berxwedana li hemberî van planan û wiha domand: "Berxwedana dîrokî ya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev plan têk birin û xeta berxwedana û serkeftina wê li hemberî DAIŞ û hêzê herêmê yên ku destek dan êrişên li ser girtîgeha Sînaayê nîşan dan."

Ebdurehîm diyar kir ku dewleta Tirk tehemula binkeftina DAIŞ li Hesekê nekir û bi êrişên li ser Dêrikê û avahiyên wê yên xizmetguzariyê xwest tola vê binkeftinê hilîne û wiha got: "Dewleta Tirk piştevahî sereke yê DAIŞ'ê ye ku desteka leşkerî û diravî didiyê. Erdogan lîderê aktîv ê DAIŞ'ê ye ku fermanan dide wê da ku herêmê bixe bin kontrola xwe."

Mihemed Ebdurehîm di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina gelên herêmê û piştgiriya wan bi hêzên leşkerî û ev tişt anî ziman: "Hevgirtina gelên herêmê û piştgiriya wan bi hêzên xwe re bi taybet di pêngava Gurzê Gelan de xuya bû,, her wiha beşdarbûna wan di merasîmê oxirkirina şehîdên pêngavê li bajarên herêma Cizîrê nameyek ji dijmin ê Tirk re bû. Ji ber vê yekê yekser êrişî herêmê kir."

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdurehîm di dawiyê de bang li cîhanê, dewletên herêmî û rêxistinên hiqûqî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze.

/kr/uploads/files/2022/02/08/194056_-_1.webp

Ji navçeya Til Temirê welatiyê bi navê Welîd Şakir diyar kir ku di demên dawî de êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde bûn û li gelek deverên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hewayî pêk anîn.

Welîd Şakir da zanîn ku ev êriş piştî binkeftina çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Sînaayê zêde bûn û got, ev dide diyarkirin ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgehê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ve girêdayî ne.

Şakir anî ziman ku Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsya yên li herêmê berpirsên êrişên dewleta Tirk a dagierker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Her wha got, ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û amade ne parastina wê bikin.

/kr/uploads/files/2022/02/08/193957_-.webp

Welatiyê bi navê Mihemed Tahir ê ji Til Temirê jî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê delîlê binkeftina armancên wê yên bi rêya êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê ye û got: "Ev binkeftin li xweşiya dewleta Tirk a dagirker nehat, ji ber vê yekê êrişên xwe li ser herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine da ku tola wê binkeftinê hilîne."

Tahir destnîşan kir ku lihevkirinên navneteweyî ji bo bidawîkirina projeya neteweya demokratîk li ser herêmê hene û wiha pê de çû: "Em gelên vê herêmê ne, piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dikin, em ê li hemberî hemû êrişan bisekinin heta ku armancên xwe pêk bînin."

/kr/uploads/files/2022/02/08/194039_-.webp

Welatliyê bi navê Mehmûd Emîn got: "Di demên dawî de planên qirêj li ser herêmê hebûn, ji wan êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê ye, ku di nav xwe de armancên mezin ên dewletên herêmî û derve, di serî de Tirkiyê hildigirt. Lê hêzên ewlehî û leşkerî bi desteka gel ev plan vala derxistin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hêrs bû."

Emîn bêdengiya dewletên "Garantor" û Koalîsyona Navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û gotin ne dûr e ku lihevkirin di navbera wan û Tirkiyê de hebin.

Mehmûd Emîn bang li şêniyên herêmê kir bi rêgeza xweparastinê ve girêdayî bin, li gorî şerê gel ê şorşgerî tevbigerin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v8anIwAQtVg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>