Dewleta Tirk Efrîna dagirkirî veguherandiye girtîgeheke mezin

Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi dehan girtîgeh li Efrînê belav bûn, tê de hovanetirîn îşkenceyên bedenî û derûnî têne kirin.

Dewleta Tirk Efrîna dagirkirî veguherandiye girtîgeheke mezin
9 sibat, 2022   00:40
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Efrîn herêma çiyayî ku bi darên zeytûnê hatibû arastin û bûbû cihê ewle ya hewandina koçberên ji tevahî xaka Sûriyê, piştî dagirkirinê veguherî erdnîgariyeke mîna herêmên ku dewleta Tirk beriya wê dagir kirine. Tê de aloziya ewlehî, teqemenî, qetilkirin, dizîn û revandin belav e.

Di vê raporê de ku xwe dispêre Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê em ê balê bikişînin li ser navendên revandin û îşkencekirina welatiyan. Di wan navendan de çete û îstîxbarata Tirk sûcên hovane, şikandina hestî, kehrebekirin, gorandina çerm û hwd li dijî mirovan pêk tînin.

LI EFRÎNÊ BI DEHAN CIHÊN ÎŞKENCE Û SÛCAN HENE

Ji roja dagirkirina kantona Efrînê ve di 18’ê Adara 2018’an de sûcên dermirovî têne kirin. Armanca wan koçberkirina şêniyên may ye. Ji lew re MÎT’a Tirk û çeteyên dewleta Tirk lez kir ku li her taxeke navenda Efrînê girtîgehekê ava bike.

1-Girtîgeha Veguhastinê li navenda bajarê Efrînê (Avahiya gerînendetiya veguhastinê ya li beramberî taxa Sînaa) ye. Ev girtîgeh ji aliyê çeteyên "Cebhet El-Şamiyê yên ku ji hikumeta Şamê veqetîne ve tê bi rêvebirin. Sivîlên li Efrînê tên revandin û dixin wê girtîgehê. Piştre vediguhêzin girtîgeha çeteyan a sereke ya bi navê girtîgeha Meserê ya li herêma Sico ya li gundewarê Ezazê.

2-Girtîgeha gundê Tirindê yê navenda bajarê Efrînê ku MÎT’a Tirk bi rê ve dibe. Ew girtîgeh ji xetertirîn girtîgehên veşartî ne. Tê de her cûre îşkenceyên bedenî û derûnî li ser her du zayendan tê kirin.

3-Girtîgeha li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajarê Efrînê. Di maleke kevn de ye ku ji aliyê komeke çete ve tê birêvebirin. Girtîgeh ji 4 odeyan pêk tê, du ode ji bo jinên tên revandine û hejmara wan di navbera 50 û 60 de ye.

4-Girtîgeha Kolana Vêlat a li navenda bajarê Efrînê, maleke kevn e û ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve tê birêvebirin.

5-Girtîgeha li taxa Mehmûdiyê ya li navenda bajarê Efrînê, maleke nêzî sûka pez a berê ye. çeteyên Firqet El-Hemzat vê girtîgehê bi rê ve dibin. Tê de bi dehan revandî hene û 2 ode taybet bi jinan in.

6-Girtîgeha Mehkemê li navenda bajarê Efrînê ye û di avahiya Mehkemê ya kevin de ye. Ew girtîgeh taybet bi jin û zarokên revandî ye. Çeteyên Cebhet El-Şamiye wê bi rê ve dibin.

DIBISTAN BÛN CIHÊN ÎŞKENCEKIRINÊ

7-Girtîgeha Dibistana Ezhar Efrîn: Li nêzî Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê ye û ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye û endamên MÎT’a Tirk ve tê birêvebirin.

8-Girtîgeha Dibistana Îtîhad El-Erebî li bajarê Efrînê, ji aliyê çeteyên Cebhet El-Şamiye ve tê birêvebirin. Tê de beşeke taybet bi jinan heye. Lê piştre bû baregeheke leşkerî.

9-Girtîgeha Dibistana El-Kerame li navenda bajarê Efrînê ye. Dibistana El-Kerame ji dibistanên herî kevn li Efrînê ye ku çeteyên Feyleq El-Şamê kir baregehek. Beşek ji bo jinan heye ku her cûre îşkence li wan tê kirin.

10-Girtîgeha Dibistana Emîr Xubarî li beramberî Qada Azadî ya li navenda bajarê Efrînê ye. Girtîgeh ji aliyê MÎT bi hevkariya gelek serçeteyên dewleta Tirk ve tê birêvebirin. Tê de lêpirsîn bi kesên berê di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin, tên kirin.

Li gorî raporan, piştî dagirkirina Efrînê hemû dibistanên li navçe û gundan veguherîn baregehên leşkerî û girtîgehên îşkencekirina revandiyan.  Dema êrişê de bi dehan ji wan hatin wêrankirin. Li navçeya Bilbilê ku tê 39 dibistana hene, 27 dibistan bi temamî yan jî nîvî hatine hilweşandin. Yên mayî jî veguherîn baregehên leşkerî.

Li navçeya Mabata jî dibistan veguherandin baregehên leşkerî. Ji wan jî dibistana gundê Şorbe ye.

Li navçeya Cindirêsê jî ku hejmara dibistanan 50 ye, piranî hatin wêrankirin. Her wiha dibistana navîn bû depoya cebilxaneyên leşkerî ya dagirkeriyê.

LI NAVÇEYA RACO JÊRZEMÎNÊN ÎŞKENCEYÊ

11-Girtîgeha Meydan Ekbes a li Raco. Ji aliyê çeteyên Feyeq El-Şam ve tê birêvebirin û di bin çavdêriya MÎT'ê de ye. Ev girtîgeh mezin e li nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê hate avakirin. Ji 10 odeyên girtî ku tê de kunên biçûk ên hundirîn ji bo hewayê hene. Di vê girtîgehê de hemû rêbazên îşkenceyê têne kirin.

12-Girtîgeha Stasyonê yek ji girtîgehên herî krêtî ye, navê wê ji stasyona tirênê hatiye. Girtîgeh di bin çavdêriya çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye. Piranî revandiyên tê de, ji şêniyên Raco û Mabata ne.

13-Girtîgeha gundê Kûra. Ew girtîgeh li ser rêya di navbera gundê Hec Xelîl û Kûra de ye. Li maleke aliyê gundê dikeve û di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.

NAVÇEYA ŞÊRAWA

14-Girtîgeha Basûtê yan jî girtîgeha Qele ku li gundê Basûtê yê Şêrawa ye. Di bin kontrola serçeteyê Firqet El-Hemzat de ye, tê de hovanetirîn îşkence li dijî revandiyan tê kirin.

15-Girtîgeha gundê Beradê, di bin kontrola çeteyên Cebhet El-Şamiyê de ye. Tê de welatiyên ji Şêrawa û gundên derdorê hatin revandin hene û odeyên taybet bi jinan hene ku rûbirûyî sûcên derûnî û bedenî ne.

NAVÇEYA ŞERA

16-Girtîgeha Xirabî berê ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve dihat birêvebirin, niha ji aliyê çeteyên polîsên leşkerî ve tê birêvebirin.

17-Girtîgeha Kefer Cene li Kampa Telai ya berê ye û di bin kontrola çeteyên Cebhet El-Şamiyê de û tê de sûcên hovane têne kirin.

NAVÇEYA ŞIYÊ

18-Girtîgeha Şiyê yan jî girtîgeha Ebû Emşe. Çeteyên Silêman Şamê girtîgehê bi rê ve dibin.

19-Girtîgeha gundê Qermîtliq ji aliyê çeteyên Silêman Şah ve tê birêveberin. Girtîgeh di baregeha ewlehî ya çeteyan de ye.

NAVÇEYA BILBILÊ

20-Girtîgeha gundê Şingêlê, li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye. Girtîgeh  mala koçber Cemîl Mihemed Utiş ye û ji hêla Firqet El-Hemzat ve tê kontrolkirin. Girtîgeh tîkgoşe ye, dirêjahiya wê 15 metre û kêmberiya wê 5 metre ye. Berê cihê pez bû. Tê de hemû sûcên îşkenceyê tên bikaranîn, mîna kehrebekirin, darvekirina bi alavekê, bidarvekirina bi dolabê, xistina hesin di nava destên revandî de, jêkirina neynokan, şewitandina bi çixareyan û lêdan bi kabloyan. Di encama îşkenceyên hovane de revandî felc dibin û hestên xwe winda dikin.

Li gel van hemû girtîgehan ku tê de hemû cureyên îşkenceyan û qetilkirinê têne kirin, bi dehan girtîgeh û jêrzemînên veşartî hene ku rûbera wan 3 hezar û 850 m2 ne.

(fr)

ANHA