Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser roja yekemîn a civîna xwe bi dawî kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja yekemîn ji civîna xwe ya salane bi dawî kir. Civîn li hola civînan a meclisê ya li bajarê Reqayê hate lidarxistin.

Meclisa Rêvber a Rêveberiya Xweser roja yekemîn a civîna xwe bi dawî kir
6 sibat, 2022   14:41
REQA

Îro li bajarê Reqaayê civîna salane 3`emîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin.

Di roja yekemîn de xebatên Meclisa Rêveber, xebatên desteyan, astengiyên ku rastî wan tên, armanc û planên wan ji bo pêşerojê li gorî ku xebatê Rêveberiya Xweser pêş bixe, her wiha gefên derve ku xebata meclisê asteng dike, nexasim xeteriya çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk hate nîqaşkirin. Paşê sînevizyon derbarê xebata desteyan hate pêşandan.

Paşê civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî hate birêvebirin. Tê payîn ku sibe derfetê bidin dezgehên çapemeniyê da ku civînê bişopînin.

(bx)

ANHA