QSD`ê li rojhilatê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê du çeteyên DAIŞ`ê yên xwekuj girtin ku plan dikirin êrişên terorîst pêk bînin.

QSD`ê li rojhilatê Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin
6 sibat, 2022   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şervanên Meclisa Leşkerî ya Hecîn a girêdayî QSD`ê li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê 2 çeteyên xwekuj ên DAIŞ`ê girtin.

QSD`ê eşkere kir ku çeteyek ji Iraqê ye û yek jî ji herêma Turkistanê ye.

Her wiha QSD`ê daxuyand ku gelek cebilxane, bêtêl û belgeyên ku bi çeteyan re hatine destserkirin, piştrast dikin ku ew ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ji bakurê Sûriyê hatine.

(şx)