Bozan Xelîl: Zêdebûna êrişên Tirkiyê li ser herêmê tolhildana binketina li Hesekê ye

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl diyar kir ku rageşiya dawî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tolhildana binketina planên wan ên li Hesekê ye. Xelîl got, bi saya hevgirtinê hemû planên wan têk çûn.

Bozan Xelîl: Zêdebûna êrişên Tirkiyê li ser herêmê tolhildana binketina li Hesekê ye
6 sibat, 2022   14:48
EYN ÎSA

Hevserokê Desteya Hundirîn di civîneke li navçeya Eyn Îsa de axivî û îşaret bi rewşa siyasî û geşedanên li herêmê kir. Endamên saziyên kantona Girê Spî û hevserokên komînên wê tev li civînê bûn.

Bozan Xelîl diyar kir ku êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê, ne teseduf bû, lê belê planên dewletên dijbertiya projeya Rêveberiya Xweser bû. Bi vê yekê armanc dikin ku ewlehî û îstiqrara niştecihan têk bibin.

Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "Ev ne plana destpêkê ye û dê ne ya dawî be jî, ji ber ku dewlet û aliyên dijbertiya projeya me dikin, ji wan Tirkiyê û hikumeta Şamê naxwazin projeya me bi ser bikeve."

Derbarê rageşiya Tirkiyê ya dawî û topbarana herêmên Sûriyê yên li hemberî Şehbayê, Eyn Îsa, Til Temir û heta bi Eyn Dîwar de Bozan Xelîl ev nirxandin kir: "Ev rageşî bi armanca tolhildana binketina çeteyên DAIŞ`ê ji gelê herêmê ye, nexasim ku bi QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bûn alîkar."

Xelîl bi domdarî got: "Her kes dizane Tirkiyê roleke mezin di vê planê de lîst, ji kêliya destpêkê ve êrişî Til Temir û navçeya Eyn Îsa kir, her wiha bi balafirên bêmirov karwanên leşkerî yên QSD`ê ku dê alîkariya hevrêyên xwe bikirana, da ku êrişên li dijî girtîgeha Sînaa rawestînin, hedef girt."

Xelîl anî ziman ku helbet destên hikumeta Şamê jî di êrişên li ser girtîgeha Sînaa de hebû û wiha dewam kir: "Bi rêya şerê taybet xwest serkeftina QSD`ê ya kontrolkirina girtîgehê reş bike, lê ji bîr dike ku vê hêzê piştî leşkerên hikumetê reviyan herêm ji DAIŞ`ê rizgar kirin."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Bozan Xelîl di dawiyê de îşaret pê kir ku bi saya hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya ji hêzên leşkerî re, hemû planên dijmin û dagirkeran têk çûn.

(eh)

ANHA