Şêniyên Kobanê du şehîd oxir kirin

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Mistefa El-Mûsa û Mihemed El-Riman li goristana şehîdan a navçeya Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê, oxir kirin.

Şêniyên Kobanê du şehîd oxir kirin
6 sibat, 2022   14:31
KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mistefa El-Mûsa ku li bendava Tişrînê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama kirîza dil de şehîd bû û şervanê QSD`ê Mihemed El-Riman (El-Minbicî) ku li herêma El-Cirin di encama qezaya tirafîkê de şehîd bû, oxir kirin.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ezîz Ehmed wiha axivî: "Bi saya têkoşînan wan em îro li vir sekinîne. Em ji kesên ku dixwazin me parçe û qir bikin û îradeya me bişkînin re dibêjin, hûn nikarin vê yekê bikin, ji ber ku em ji berê zêdetir xurt in û li ber xwe didin."

Her wiha Hevserokê şaredariya gel a navçeya Sirînê Mistefa Muslim jî ev tiştî got: "Em îro rastî mezintirîn komployên navneteweyî di dîroka mirovahiyê de tên. Dijminên me dixwazin mirov û keviran ji ser vê xakê rakin, bi vê yekê herêmê rastî qirkirinê tê."

Mistefa Muslim wiha domand: "Fikir û niyetên wan ên qirêj her wiha çavnebariya wan zêde dibe. Armanca wan jî ew e ku tevlîheviyê di nava pêkhateyan de derxînin û şêniyan koçber bikin. Lê hemû planên wan bi saya hevgirtina gel û têkoşîna ku şehîdan meşand, hatin têkbirin. Em soz didin şehîdan ku em ê heta rizgakirina xaka xwe ji dewleta Tirk, şopdarên rêya wan bin."

Di dawiyê de wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de li goristana şehîdan a navçeya Sirînê hatin veşartin.

(bx)

ANHA