Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in

Operasyonên lêgerînê li taxên Hesekê didomin. Operasyona li taxa Hara Eskeriye xilas bû û li kolan û taxên li başûrê saziya avê didomin.

Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
Operasyonên ewlehiyê li Hesekê berdewam in
6 sibat, 2022   14:12
HESEKÊ

Operasyonên lêgerînê li Hesekê berdewam dikin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piştî kontrolkirina girtîgeha Sînaa dabûn destpêkirin. Hewextî wê hêzên ewlehiyê li gundewaran operasyonên lêgerînê pêk tînin. Îro operasyon gihaşt kolan û taxên li başûrê saziya avê û çemê Çeqçeq.

Têkildarî operasyonan, berpirsê ewlehiyê yê Fermandariya Operasyonan a Herêma Cizîrê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Elûş ji ajansa me re got: “Vê sibê me operasyon li taxa Hara El-Eskeriye pêk anî û bi dawî kir. Niha em operasyonê li taxên li başûrê saziya avê heta çemê Çeqçeq pêk tînin.”

Mihemed Elûş destnîşan kir ku şênî bi wan re hevkar in û tu astengî li pêşiya xebatên wan dernakevin. Her wiha eşkere kir ku operasyonên lêgerînê berdewam in.

(şx)

ANHA