​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir

Kongra Star li navçeya Tirbspiyê bi navê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, firneyeke nanê sêlê vekir.

​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
​​​​​​​Kongra Star li Tirbespiyê firneyeke nanê sêlê vekir
6 sibat, 2022   14:04
QAMIŞLO

Kongra Star ji bo pêşxistina xebata jinan, li navçeya Tirbespiyê firneyek bi navê şehîd Hêvîdar Tirbespiyê ji bo çêkirina nanê sêlê vekir.

Di firneyê de 9 jin kar dikin û nan li gund û xwaringehên navçeyê belav dikin.        

Rêvebereke Kongra Star a navçeya Tirbespiyê Buşra Ebdulbaqî Xelîl diyar kir ku armanca wan ji vekirina firinê ew e ku bi nîşandana çand û kevneşopên jinan, jinan teşwîq bikin ji bo ku asta xebatê bilind bikin.           

Buşra Ebdulbaqî Xelîl piştrast kir ku Kongra Star piştgiriya gavên bi vî rengî dike, tê payîn ku projeyên din ên bi vî rengî werin vekirin ku dê derfetên kar ji jinan re peyda bikin.    

Firneya Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê li gundê Hilwê ye, cihê wê li ser rêya sereke Qamişlo-Dêrikê ye.

Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê (Ela Xelef) ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye, di 10'ê Cotmeha 2021'an de di dema êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Werxelê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

(dx)

ANHA