Dewleta Tirk bi desteka rêxistinên Qeter û Kiwêtê çêkirina saziyên dagirkeriyê didomîne

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, dewlet Tirk a dagirker bi fînansekirina rêxistinên Qeter û Kiwêtê nexweşxaneyek li Efrîna dagirkirî ava dike.

Dewleta Tirk bi desteka rêxistinên Qeter û Kiwêtê çêkirina saziyên dagirkeriyê didomîne
6 sibat, 2022   13:33

Di çarçoveya guhertina demografiyê de dewleta Tirk a dagirker li kantona Efrînê ya dagirkirî, bi fînanseya yekser a rêxistinên Qeter û Kiwêtê nexweşxaneyekê bi navê "El-Menar" çêdike. Cihê nexweşxane lê tê çêkirin, yê şêniyekî Efrînê ye û li nêzî kolana Vêlat e.

Rêxistinên Kiwêt û Qeterê bi armanca tunekirina nasnameya bajêr û pêkanîna projeya guhertina demografiyê fînanseya projeyên mêtingeriya Tirk dike û dewleta Tirk Tirkmen, Çeçen û Uyguran li Efrînê bi cih dike.

(şx)

ANHA