​​​​​​​Xwepêşandanên li Sweydayê berfirehtir bûn

Xwepêşandanên li başûrê Sûriyê bifirehtir bûn. Li li 20 deverên cuda yên Sweydayê û gundewarê wê xwepêşandan didomin.

​​​​​​​Xwepêşandanên li Sweydayê berfirehtir bûn
6 sibat, 2022   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî biryara hikumeta Şamê ku derdora 600 hezar malbat ji alîkariyê bê par hiştin, xwepêşandan li deverên cuda yên Sweydayê û gundewarên wê belav bûn.

SOHR`ê eşkere kir ku xwepêşandan li pêşiya navenda Eyn El-Riman a li bajêr, rêya polîsên leşkerî, bajarok û gundên mîna Nemra, Um Debîb, Şeqa, Miadil, Erîqa, Semîd, Um Hartên, Xelxele, rêya Şam-Sweydayê û gundên Hezim, Um Zeytûn, Xariya hatin lidarxistin.

(şx)