Xwepêşandêrên li Sweydayê banga ‘hilweşandina rejîmê’ dikin

Xwepêşendanên li başûrê Sûriyê berfirehtir dibin. Xwepêşandêr banga “hilweşandina rejîma Beşar El-Esed” dikin. Hêzên hikumeta Şamê derdora navendên hikumetê bendên kontrol danîne û sekvan li ser avahiyan bi cih kirin.

Xwepêşandêrên li Sweydayê banga ‘hilweşandina rejîmê’ dikin
6 sibat, 2022   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî ku xwepêşandanên li Sweydayê berfirehtir bûn û xwepêşandêr banga hilweşandina rejîma Sûriyê kir, hêzên hikumeta Şamê li derdora avahiya qaymeqamtiya Sweydayê belav bûn û sekvan li ser avahiyên saziyên hikumetê bi cih kirin.

SOHR`ê ragihand ku li Sweydayê li dijî biryarên hikumeta Şamê ku beşeke mezin a civakê ji alîkariyê bê par hişt, xwepêşandan li 20 deverên cuda yên Sweydayê û gundewarên wê belav bûn.

(şx)