Pêkhatiyên Qamişlo: Yekitiya me dawî li komployan anî

Pêkhateyên kantona Qamişlo ji Kurd, Ereb, Suryan û Ermanan, li dijî planên têkbirina Rêveberiya Xweser, îşaret bi yekitiya gelên herêmê kir û got: "Divê em parastina vê yekitiyê bikin û wê xurtir bikin."

Pêkhatiyên Qamişlo: Yekitiya me dawî li komployan anî
6 sibat, 2022   08:06
QAMIŞLO

Ji bo têkbirina hemû komplo û êrişên hêzên zordest ên li ser civakê, biratiya gelan û jiyana hevbeş e. Pêşketin û serkeftinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê delîla rola çalak a hevgirtinê ye.

Serkeftina beriya çend rojan li bajarê Hesekê hat bidestxistin û xwedîderketina gel li hêzên leşkerî û ewlehiyê, ji cîhanê tev de re girîngiya yekitiya pêkhateyên nîşan da.

Ji destpêka şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve û pêkanîna fikrê neteweya demokratîk di civakê de, gelê herêmê ji bo têkbirina hemû êrişan, girîngiyê didin parastina hevgirtin û yekitiyê.

ꞌKOMPLO NIKARIN HEVGIRTINA ME TÊK BIBIN`

Ji pêkhateya Suryan Sair Ishaq ê ji navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bal kişand ser rola çalak a biratiya gelan di têkbirina hemû komployan de û wiha axivî: "Biratiya gelan roleke sereke di têkbirina plan û komployên li dijî herêmê de dilîze, binkeftina êrişa li ser DAIŞ`ê mînaka herî berçav a wê yekê ye."

Ishaq diyar kir ku hemû plan û komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de, armanc dikin ku biratiya gelan têk bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Lê ew ê nikaribin hevgirtin, têkoşîna me ya ji bo pêşxistina rêveberiya xwe ya xweser têk bibin û heta serkeftin û aştî li herêmê pêk were em bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê re ne."

ꞌXWÎNA ZAROKÊN ME DI ŞERÊ RÛMETÊ TEVLÎHEV BÛꞌ

Ji pêkhateya Kurd Newroz Elî ya ji navçeya Amûdê îşaret bi girîngiya xurtkirina hevgirtina di navera gelan de kir û wiha dewam kir: "Divê em projeya demokratîk a li herêmê biparêzin, ji ber ku bêyî wê ewlehî û aramî li herêmên me pêk nayê."

Newroz Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi saya hevgirtin û yekitiya me gelek serkeftin pêk hatin. Li ser vî esasî em li hember hemû siyaset û planên dijmin bi ser ketin. Ew komplo nikarin biratiya gelan têk bibin. Ji ber ku li eniyên şerê rûmetê, xwîna ciwanên herêmê tevlîhev bû."

ꞌBIRATIYA GELAN DAWÎ LI TERORA LI HERÊMÊ ANÎꞌ

Ji pêkhateya Ereb Salih Hesawî yê ji navçeya Girkê Legê bal kişand ser dîroka kevnar a gelên Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: "Têkiliya di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan de ji mêj ve ye, lê hêzên desthilat hewldana parçekirina vê biratiyê dikin."

Hesawî ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, me hevgirtina dîrokî ya di navbera xwe de bi pêş xist. Ev têkilî û biratî bi awayekî balkêş di sazûmaniya QSD`ê û Rêveberiya Xweser de hate nîşandan. Li aliyekî din jî vê yekê gelek hêzên terorîst, ji wan DAIŞ têk bir, di encamê de ewlehî û aştî hate misogerkirin."

Hesawî anî ziman ku bi beşdariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di saziyên Rêveberiya Xweser de, edaleteke bêhempa ji gel re hate bicihanîn.

ꞌDIVÊ EM LI DIJÎ ÊRIŞAN PARASTINA HEVGIRTINA XWE BIKINꞌ

Ji pêkhateya Ermen Nûbar Kincoyan ê ji navçeya Dêrikê axivî û îşaret bi projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a li herêmê kir û wiha got: "Ev sîstem hemû pêkhateyan digire nav xwe û bi saya hêz û yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me gelek planên dewletên herêmî têk birin."

Kincoyan bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li dijî hemû êrişên ji derve û hundir, her wiha komployên li dijî herêmê divê em parastina hevgirtin û yekitiya xwe bikin."

(eh)

ANHA