Dîmenên çalakiya gerîla ya 9’ê Kanûnê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya 9’ê Kanûnê ya li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zê weşand.

Dîmenên çalakiya gerîla ya 9’ê Kanûnê
6 sibat, 2022   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Kanûnê tîmên me yên gerîla yên mobîl avêtin ser 2 kozikên dagirkeran ên li rêzeçiyayên Cîloyê Biçûk. Hêzên me dema ku ketin nav kozikên dijmin, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku bi çalakiyên karîger ên gerîla ên li ser herêma Zapê derbên giran xwarin, kozikên xwe berdane û li eraziyê tertûbelav bûne. Hêzên me nehiştine ku dagirker hilmê bistînin, cihê komeke hêzên dagirker a li eraziyê tespîtkirine û li qada çalakiyê planeke nû ya çalakiyê danîne. Bi çarçoweya vê planê saet 11:40'î ji du baskan ve dagriker bûne hedef û gerîlayan bi ser wan de girtin. Baskê pêşî ji nêzîk bi çekên şexsî li kon dane ku dagirker tê de bûn. Li vir bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. Baskê duyem jî bi taktîka suîkastê li dagirkeran daye û 2 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên din qutifî ne û tertûbelav bûne. Tîmên me yên gerîla yên mobîl ên profesyonel bêyî ku ziyan were ser wan ev çalakî temam kirine. Nûçeyên medyaya şerê taybet a Tirk ku dibeje li Zapê windahiyên gerîla hene bêbingeh û derew in.

Di encama vê çalakiya serkeftî de ku taktîkên gerîlaya serdema nû di zik hev de hatine bikaranîn û çalakiya koordîne de herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin.”