Meclisa Navçeya Eyn Îsa: Tirkiye bi hedefgirtina herêmê dixwaze şêniyan bide koçberkirin

Hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsa li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişyarî da û got: "Ev êriş bi armanca koçberkirina niştecihên herêmê ye, ji lewma divê civata navneteweyî destwerdanê bike."

Meclisa Navçeya Eyn Îsa: Tirkiye bi hedefgirtina herêmê dixwaze şêniyan bide koçberkirin
Meclisa Navçeya Eyn Îsa: Tirkiye bi hedefgirtina herêmê dixwaze şêniyan bide koçberkirin
Meclisa Navçeya Eyn Îsa: Tirkiye bi hedefgirtina herêmê dixwaze şêniyan bide koçberkirin
Meclisa Navçeya Eyn Îsa: Tirkiye bi hedefgirtina herêmê dixwaze şêniyan bide koçberkirin
6 sibat, 2022   06:43
EYN ÎSA

Ji dema artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Girê Spî dagirkirin ve, kêliyekê bi tenê jî topbarana li dijî gundewarê kantonê û navçeya Eyn Îsa ya li hemberî herêmên dagirkirî, ranewestiyaye. Di encama van êrişan de sivîl û mal û milkên wan û avahiyên giştî dibin armanc.

Ji avahiyên xizmetguzariyê yên zirar gihaştiye wan, depoya gundê Mişêrfe ya 2 km dikeve bakurê navçeya Eyn Îsa, stasyona ava vexwarinê ya gundê Fatsa ya 7 km dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsa.

Hemwextî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê, artêşa Tirk 3 caran stasyona ava vexwarinê ya Hîşe kir hedef, her wiha keblên ku ji gundê Fatsa kehrebeyê dide bajarokê Hîşe û gundewarê wê topbaran kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsa Mistefa Mihemed h li ser berdewamkirina êrişên li dijî avahiyên xizmetguzariyê hişyarî da.

Mistefa Mihemed diyar kir ku ev êriş li pêşberî çavên qaşo garantorê rûsî pêk tê û wiha dewam kir: "Rûsya garantor li ser bingeha parastina welatiyan û çavdêriya agirbestê li herêmê bi cih bûye, lê li hemberî êrişan tu helwestan nîşan nade. Tirkiye rojane depoyên Eyn Îsa ku tenê yek kîlometreyê dûrî baregeha Rûsyayê ye topbaran dike, ji ber vê yekê depo ji xizmetê derketin."

Mistefa Mihemed da zanîn ku artêşa Tirk bi wêrankirina binesaziya herêmê dixwaze îstiqrara herêmê têk bibe û welatiyan neçarî koçberiyê bike.

Di dawiyê de Mistefa Mihemed bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike, da ku van sûcên wiha rawestîne ku gefan li jiyana welatiyan dixwe.

Piştî QSD`ê herêm ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, hemû avahiyên xizmetguzariyê yên zirar gihaştibû wan, sererast kir.

Endamê Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Navçeya Eyn Îsayê yê ji bajarokê Hîşe Himêdî El-Mihemed axivî û got: "Piştî çeteyên ''Artêşa Azad'' û çeteyên DAIŞ`ê herêm dagirkirin û stasyona avê ya Hîşê topbaran kir, em ji 2013`an bê av man, ji ber vê me av bi nirxekî bilind ji sehrîcan dikirî."

Himêdî Mihemed da zanîn ku piştî Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Navçeya Eyn Îsa havîna 2019`an, stasyon sererast kirin, ava welatiyan hate dabînkirin û diyar kir ku ev stasyon avê dide 50 gundan.

Artêşa Tirk û çeteyên wê zêdetirî careke derdora stasyonên ava vexwarinê û kehrebeyê yên navçeya Eyn Îsa topbaran kirin. Her wiha Gerînendeya Kehrebeyê ya li naverasta Eyn Îsa jî kir hedef û zirarên mezin gihandê.

(eh)

ANHA