ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-02-2022
6 sibat, 2022   00:00

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li avahiya meclisa rêveber a li Reqayê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşekê li Qamişlo li dar dixe, saet 19:00'an (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê êla El-Welda, Hemîd El-Ferec tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku destê hemû dadgeh û rêxistinên mafên mirovan di berdewamkirina tecrîdê de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).             

- Hemdan El-Ebid diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê peyama destekdayîna ji DAIŞ`ê re ye û bang li Koalisyona Navneteweyî kir ku helwesteke xurt li hember êrişên dewleta Tirk bistîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsa li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hişyarî da û got: "Ev êriş bi armanca koçberkirina niştecihên herêmê ye, ji lewma divê civata navneteweyî destwerdanê bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên kantona Qamişlo li dijî planên bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser, îşaret bi yekitiya gelê herêmê kir û got: "Divê em parastina vê yekitiyê bikin û wê xurttir bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Washington bi kuştina Ebû Îbrahîm El-Qureyşî derbeyek nû li çeteyên DAIŞ'ê xist. Serokê Şepêla Sedr bang li namzetên partiya xwe kir ku deng nedin namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî heger nexwedî şertên serokomariyê be.

KURDISTAN

- Awat Hûsamedîn got, partiyên Başûr newêrin êrişên dewleta Tirk a dagirker rexne bikin û destnîşan kir ku dewleta Tirk sûdê ji lawazbûna hikumeta Iraqê digire. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Elaedîn Xalid got, êrişa li ser girtîgeha Sînaa planeke hevbeş a dewleta Tirk û hikumeta Şamê bû û diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê êriş têk bir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di şerê Kendavê yê sala 1990'î de dema desthilata Sedam Kuweyt dagir kir, gelê Kurdistanê statuyeke fiîlî bi dest xist. Hikumeta Kurdan a herêmî ku statuyek e, bi saya berxwedana gelê welatparêz hate bidestxistin. Raperînê li Ranyayê dest pê kir û di demeke kin de li tevahiya gund û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bû.

ANHA