​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Êrişa li ser girtîgaha Sînaa hewldana dûbarekirina senaryoya Mûsilê ye

Hemdan El-Ebid diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê peyama destekdayîna ji DAIŞ`ê re ye û bang li Koalisyona Navneteweyî kir ku helwesteke xurt li hember êrişên dewleta Tirk bistîne.

​​​​​​​Hemdan El-Ebid: Êrişa li ser girtîgaha Sînaa hewldana dûbarekirina senaryoya Mûsilê ye
6 sibat, 2022   02:50
REQA – EHMED EL-ELÎ

Piştî ku QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn serweriya xwe li ser girtîgeha Sînaa û xweradestkirina çeteyên DAIŞ`ê ragihand, dewleta Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û Şengal bombebaran kirin.

Derbarê mijarê de, cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA'yê re axivî. Hemdan El-Ebid destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, şîfa ji birîndaran re xwest û spasiya QSD`ê kir ku hemû komployên li dijî herêmê têk birin.

El-Ebid wiha axivî: "Hin hêzên herêmî hewl dan sûdê ji bûyerên dawî bigrin. Yekser berê xwe dan ku QSD`ê bi rêya gefên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, belav bikin. Wan hêzan destek da şaneyên DAIŞ`ê da ku êrişî QSD`ê bikin û tevlîheviyê di nava pêkhateyên gel de derxînin."

 ‘XWESTIN SENARYOYA MÛSILÊ YA SALA 2014`AN DÛBARE BIKIN‘

Hemdan El-Ebid di axaftina xwe de îşaret bi agahiyên ku li ser civîna ewlehiyê ya di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de ya li Urdunê belav bûne, kir û wiha domand: "Tevî ku ev yek red kir jî, lê plan êdî derketin holê. Xwestin ji derxistina bûyerên li girtîgeha Sînaa Hesekê bixin bin serweriya xwe. Paşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibin û bi vê yekê senaryoya Mûsilê ya 2014`an dûbare bikin."

El-Ebid got, civata navneteweyî berpirsa êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ev tişt anî ziman: "Ev êriş nîşaneya binketina dewleta Tirk di aliyê siyasî û leşkerî de ye. Me dît ku pitştî dewleta Tirk di pêkanîna planên xwe de bi bin dikeve, sûcan pêk tîne û dilsoziya bi çeteyên xwe re nîşan dan û peyam da wan ku bêje bêje: Em bi we re ne."

El-Ebid îşaret bi rola dewleta Tirk di êrişên şaneyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaayê de kir û diyar kir ku êriş bi erêkirin û destekdayîna dewleta Tirk hate kirin û ev tişt got: "Bi êrişa li ser girtîgeha Sînaayê re, dewleta Tirk herêmên sînor topbaran kir. Dema ku di pêkanîna planên xwe de bi bin ket ku ji aliyê QSD`ê ve hate têkbirin, yekser Dêrik, Mexmûr a  di bin sponseriya NY`yê de û Şengalê bombebaran kir. Armanca dewleta Tirk ji va êrişan ew e ku QSD`ê ji mijûlbûna bi operasyonên lêgerînê li şandeyên DAIŞ'ê dûr bixe."

Hemdan El-Ebid bal kişand ser mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê û xeteriya wê û got: "Tevî bangên Rêveberiya Xweser derbarê girîngiya vekişandina dewletan ji welatiyên xwe yên di nava çeteyên DAIŞ`ê lê tu kes guh nade vê mijarê. Em bi hêvî ne ku çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê werin darizandin ji ber sûcdar li cihê ku lê sûc kiriye tên darizandin."

El-Ebid wiha domand: "Gelo êrişên ku di demên dawî de li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê hatin kirin bi erêkirina Amerîkayê hatin kirin. Ji ber ev herêm di aliyê hewayî yê Amerîkayê de ne. Yan jî hewldana Koalisyona Navneteweyî, di serî Amerîkayê ji bo vejandina DAIŞ`ê li herêmê ye."

Di dawiyê de Hemdan El-Ebid bang li civata navneteweyî, NY`yê û Koalisyona Navneteweyî kir ku sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin, dive helwesteke exlaqî ji civaka navneteweyî li hember QSD`ê hebe ku cîhan ji terora DAIŞ`ê xilas kir.

(bx)

ANHA