Erdogan: Barzanî roj bi roj helwesta xwe ya hevpar li gel Tirkiyê îsbat dike

Erdogan di daxuyaniyeke çapemeniyê de ji ber piştgiriya PDK’ê û Barzaniyan a ji bo komkujiyên dewleta Tirk ên dijî Kurdan spasiya Barzaniyan kir û got: ”Sekna Barzaniyan ya li Bakurê Iraqê pir pir cûdaye. Helwesta wan niha zêdetir li gel Tirkiyeyê hevbeş e û di nava piştgiriyê de ye. Vêya jî her roja paştir zêdetir îsbat dikin. Min dîtina herî dawî ya Barzanî de vêya zêdetir dît.”

Erdogan: Barzanî roj bi roj helwesta xwe ya hevpar li gel Tirkiyê îsbat dike
4 sibat, 2022   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di vegera xwe ya ji Ukraynayê di balafirê de bersiva pirsên ajansa fermî ya dewletê da.

Erdogan li gel nirxandina gelek mijarên din ên di rojeva Tirkiyeyê û cîhanê de behsa serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê û hevdîtina li gel wî kir. Erdogan li ser pirsa medyaya alîgir a Tirk ya wekî, ”Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê destekê dide şerê dijî terorê, çima HDP nade û şermezar nake?” got; ”Li Iraqê û Bakurê Iraqê helwesta Barzaniyan ji her demê zêdetir cûdatir e. Vê helwesta xwe niha zêdetir bi Tirkiyeyê re di nava hevbeşî û piştgiriyê de dikin. Di hatina vê dawiyê de min zêdetir vêya di wî de (Barzanî) dît.

Erdogan di dewama axaftina xwe ya derbarê hevdîtina li gel Barzanî de jî bi awayeke sergirtî piştgiriya xwe ji namzetê PDK’ê re dide xuyakirin û wiha dibêje; ”Nêçîrvan Barzanî li Bakurê Iraqê jî be em dikarin pêre behsa navenda Iraqê jî bikin û me behs jî kir. Wê bi hilbijartina serokkomariyê ya Iraqê re pêvajoyeke nû li Iraqê destpê bike.”

Erdogan di dewama axaftina xwede careke din pesnê Nêçîrvan Barzanî dide û wiha dibêje; ”Dostaniya me ya li gel Nêçîrvan Barzanî gelek gelek cûdaye û hiqûqa navbera me de di asta herî jor de ye. Ew jî gotiye ew çawa bizivire wê ji bo gaza xwezayî tişta ji destê wî were bike. Çi bi rêveberiya navendî re be, çi jî bi yên pêwendîdar re be wê hevdîtinê bike. Înşallah wê li ser gaza xwezayî ya Iraqê jî lihevkirin çêbibin. Hem ewê qezenc bikin hem emê qezenc bikin.”