Li Bexdayê dijî namzetê PDK’ê xwepêşandan hatin lidarxistin 

Li Qada Tehrîr a Bexdayê carek din dijî namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanan xwest namzetiya Zêbarî were redkirin.

Li Bexdayê dijî namzetê PDK’ê xwepêşandan hatin lidarxistin 
4 sibat, 2022   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn di 7’ê Sibatê de Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê yê nû kom bibe. YNK carek din Berhem Salih weke namzet nîşanda, PDK jî vê carê Hoşyar Zêbarî nîşan daye.

Bertekên li dijî namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’ê ya ji bo wezîfeya Serokomariya Iraqê berdewam dikin. Carek din li Qada Tehrîr ya Bexdayê li dijî namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê ji bo wezîfeya serokomariya Iraqê Hoşyar Zêbarî, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakvanan carek din xwestin namzetiya Hoşyar Zêbarî ji ber gendeliya ku li ser hatiye îspartkirin were redkirin. Bi dehan welatî ku tevlî çalakiyê bûn, diyarkirin ku ew naxwazin kesek weke Hoşyar Zêbarî bibe serokkomar.

Xwepêşanderan ragihandin ku divê Hoşyar Zêbarî li şûna koşka serokkomartiyê, di girtîgehê de be.