Hakan Guneş: Krîza Ukrayna-Rûsyayê şerekî propagandayê ye

Dr. Hakan Guneş da xuyakirin ku krîza Ukrayna û Rûsyayê propagandayeke şerê sar e û got li Donetks Donbassê dê şerekî herêmî biqewime.

Hakan Guneş: Krîza Ukrayna-Rûsyayê şerekî propagandayê ye
5 sibat, 2022   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Krîza Ukrayna-Rûsyayê ev demek e ji rojevên cîhanê ye. Dîroka wê krîzê vedigere demên bere. Rûsya ev demek e li ser sînorê xwe yê bi Ukraynayê re leşkeran kom dike. Piştî dubarebûna daxuyaniyên Amerîka û Rûsyayê, çav li herêmê ye bê ka şer dê lê çêbe yan na. Hin siyasetmedar pêşbîn dikin ku şer teqez dê çêbe, hinek jî dibêjin ev tenê nimayîşeke e.

Hîndekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê Dr. Hakan Guneş diyar kir ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de şer çênabe û krîz wek hewldana berfirehbûn û êrişkariya NATO'yê bi nav kir.

Hakan Guneş diyar kir ku Rûsya niha hem dixwaze dagirkrina Qirimê bi qasî ku pêkan be bide qebûlkirin û hem jî dixwaze Ukrayna wek welatekî tampon bimîne.

Hakan Guneş ev krîza demdirêj wiha nirxand: "Îlhaqa Qirimê di Adara 2014'an de li Donbassa rojhilatê Ukraynayê bûbû krîz, dema ku cudaxwazan li devereke parêzgehên Donetsk û Luhanskê serxwebûn îlan kiribû. Tişta nû jî ev e; ev pirsgirêka heyî dibe ku dîsa bibe sedema pevçûnê. Ya duyemîn jî polîtîkayên berfirehbûnê yên NATO'yê ne."

Hakan Guneş da xuyakirin ku Makedonya di nava NATO'yê de bi cih kirine û ji bo Ukraynayê jî planek heye ku di nava NATO'yê de cih bigire û got: "Çekan difiroşe herêmê, aktorek e ku tevahiya herêmê mîlîtarîze dike. Li şûna ku polîtîkaya lihevkirinê bimeşîne, dibe sedem ku herêm bêhtir bikeve nava rewşa şer. Gelek aliyên vê pirsgirêkê hene, lê belê ez wek berfirehbûn û êrişkariya NATO'yê pênase dikim." 

'QAD BÛYE QADEKE ŞER A JEOPOLÎTÎK'

Hakan Guneş got gelên Rûsya û Ukraynayê nêzî hev in û bi bîr xist ku NATO'yê karî van gelên nêzî hev, bike dijminê hev û piştî belavbûna Yekitiya Sovyetê hemû herêm li ber Ewropa û sermayeya Amerîkayê bûye qadeke mezin a belavbûnê û herêm bûye qadeke mezin a şerê jeopolîtîk û got: "Êdî di nava qada Ewropayê de tê dîtin.”

Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy bi rêya telefonê bi sekreterê giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re li ser aloziya Ukrayna-Rûsyayê axivîbû piştî ku bi tevgera leşkerên Rûsyayê ya li ser sînorê Ukraynayê re careke din zêde bû.

UKRAYNA DÊ BIBE ENDAMA NATO'YÊ?

Li gorî daxuyaniyeke Ukraynayê, Zelenskiy xwesteka welatê xwe ya ji bo tevlêbûna li nava NATO’yê nîşan da û xwest NATO plana endamtiyê amade bike.

Serokê Rûsyayê Pûtîn jî daxuyaniyek da û diyar kir ku heke rojavayî Ukraynayê li nava NATO'yê qebûl bike û êrişî Qirimê bike, kes ne li bendê ye ku Rûsya pê re bikeve nava şer.

Hakan Guneş diyar kir ku ji bo Rûsyayê xeta herî dawî ya sor Ukrayna ye û herêm bûye devereke mezin a leşkerî.

Guneş li ser geşedanên piştî belavbûna Yekitiya Sovyetê ev şîrove kir: “Dema Pakta Varşovayê hate belavkirin, dihat gotin ku ev herêm dê nekeve nava pakteke leşkerî. Dema ku Yekitiya Sovyetê xwe ji rojhilatê Ewropayê vekişand, ji me re hate gotin ku ev herêm dê tev li paktên leşkerî nebe. Wê demê Macaristan, Polonya, Romanya, Bulxaristan ne tenê Pakta Varşova li dû hev hişt, bi ser de jî tev li NATO'yê bûn. Sîstemên moşek û radar jî li wan welatan hatin bicihkirin. Ji welatên berê yên Sovyetê Estonya, Letonya û Lîtvanya tevî sîstemên mezin ên çekan kirin. Herêm bûye wargeheke mezin a leşkerî. Ji bo Rûsyayê xeta sor a dawîn Ukrayna ye.

Moşeka navparzemîn dema ji Ukraynayê bê avêtin, di nava 8 deqeyan de dikarin li Moskovê bikevin.  Dibêjin nikarin vê yekê qebûl bikin. Dema ku sîstemên moşekan li Polonyayê hatin bicihkirin, Rûsyayê ev yek wek xeteke sor bi nav kir, lê niha neçar e vê qebûl bike. Di vê kêliyê de bi qasî ku pêkan be dixwaze îtirafa bi dagirkirina Qirimê bide qebûlkirin û dixwaze qet nebe Ukrayna wek welatekî tampon bimîne.”

'TIRKIYE NAXWAZE DEST JI HER DUYAN BERDE'

Der barê helwesta dewleta Tirk a li hemberî krîza Ukrayna-Rûsyayê de Hakan Guneş diyar kir ku dewleta Tirk hem bi Ukrayna hem jî bi Rûsyayê re xwedî têkiliyên gelekî baş e, lewma naxwaze bi hêsanî dest ji kesî berde, lewma dixwaze navbeynkariyê pêşkêş bike û hem çekan difiroşê, hem ji ber çêkirina santralên nukleer, bazirganî û ji ber ku aboriya Tirkiyê xirab e, naxwaze derkeve pêşberî tu aliyekî.

‘REWŞEKE TEVLIHEV HEYE’

Hakan Guneş li ser qeyranên ku di sedsala 21’an de berdewam dikin, got bi têgehên wekî 'navendîparêziya hiyerarşîk' tê pênasekirin û ji ber vê yekê niha li şûna avadaniyeke duserî, piralîtî heye û pozîsyonên hêzên di nava vê avaniyê de wiha pênase kirin: "Sîstemeke bi serkêşiya Amerîkayê heye. Ev pergal ji bo têkiliyên cuda derbasdar e. Mînak; Hindistan bi Rûsya û heta dijminê xwe yê qedîm Çînê re di nava tifaqekê de ye, lê bi DYA'yê re tetbîqatên xwe dike û çekên xwe ji Rûsyayê digire. Tirkiye endameke NATO'yê ye lê hewl dide bi Rûsyayê re têkiliyên stratejîk çêke. Misir, Erebistana Siûdî, Endonezya, Tirkiye, Fîlîpînê dest bi kirîna çekên cuda yên wekî S-400 ji Rûsya, Çîn û welatên cuda kiriye. Ew nîşan didin ku em bi rewşeke pir tevlihev re rû bi rû ne. Ev tê wateya rewşeke bêhtir bêbiryar, bêkontrol û nayê texmînkirin.”

'ŞEREKÎ PROPAGANDAYÊ YE'

Hakan Guneş diyar kir ku di navbera DYA û Rûsyayê de dê şer çênebe û got ev şerekî propagandayê ye. Hakan Guneş anî ziman ku di şerê propagandayê yê NATO'yê de armanc dikir gelên Rûsya û Ukraynayê bibin dijminên hev û bi ser ket û pirsa ‘Li Donetks Donbassê dibe ku şerekî herêmî çêbe?’ wiha bersivand: "Belê, dibe ku çêbe. Jixwe nakokî hene û tiştekî bi heman rengî dikare çêbe. Ji şer wêdetir polîtîkaya mîlîtarîzasyonê ye. Li ser erdê jixwe ne mimkûn e ku tu hêzeke rojavayî bi rengekî konvansiyonel bi artêşa Rûsyayê re mijûl bibe. Şer çênabe. Artêşa Rûsyayê dê biperçiqîne. Lê belê em di pêvajoyeke propagandaya şer û şerê sar re derbas dibin.”

ANHA