'Dewleta Tirk tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne'

Pêkhateyên Hesekê destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Dêrik û Şengalê bi armanca rakirina tola binkeftina êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaayê û gotin:  "Hêzên garantor bi bêdengiya xwe hevkarên van êrişan in."

'Dewleta Tirk tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne'
4 sibat, 2022   05:15
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Êvara roja Sêşema borî dewleta Tirk a dagirker hemwextî bombebebarana li ser Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqil Beqil ê 30 km dikeve rojavayê bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo bomebebaran kir.

Hevserokê Mala Êzidîyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şengal, Dêrikê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat dike ku destê wê di êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de heye.

Farûq Tozo diyar kir ku dewleta Tirk destekê ji aliyê navneteweyî ve digre, hebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Kurd dike hedef û her wiha îşaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a pêkhateyan li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker kir.

Ebdurezaq Mihemed ku ji şênyên bajarokê Sifeya yê bakurê bajarê Hesekê ye û ji pêkhateyên Ereb e wiha got: "Êrişên li ser Şengal û Dêrikê ji bo rakirina tola çeteyên DAIŞ`ê yên ku di girtîgeha Sînaa bi bin ketine. Êrişa li ser girtîgeha Sînaayê ne êrişeke normal bû dewleta Tirk destek da wê êrişê."

Ebdurezaq Mihemed anî ziman ku êrişên li ser bajarê Hesekê û bombebarana li ser navçeya Dêrik û Şengalê bi hev ve girêdayî ne û got: "Piştî binketina DAIŞ`ê, dewleta Tirk hewl dide îradeya gelên herêmê bi hemû pêkhate û olên wê bişkînin. Her wiha dixwaze Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyan digre nava xwe têk bibe û vê yekê bi rêya êrişên li ser her deverê, dike."

Her wiha welatiyê bi navê Nûrî El-Ehmed ku ji taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, bang li civata navneteweyî kir ku sînor ji sûcên ku têne kirin deyne. El-Ehmed anî ziman ku QSD`ê hêzeke hevbeş ji hemû pêkhateyên herêmê ye û dikare parastina destkeftî û pêkhateyên herêmê bike.

El-Ehmed her wiha armanca dewleta Tirk ji van êrişan herêmê ber bi aloziyê ve bibe û rê li ber çareseriyên siyasî bigire.

(bx)

ANHA