Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê 73 hezar ton wergirt

Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê 73 hezar ton garis wergirt. Rêveberekî kargehê got: "Em ê hejmara yekîneyên ziwakirinê zêde bikin da ku hemû berhem ji cotkarên Reqayê werbigirin."

Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê 73 hezar ton wergirt
4 sibat, 2022   04:19
REQA- EHMED EL-ESAF

Li Reqayê garis yek ji berhemên stratejîk e ku cotkar xwe dispêrin wê. Li gorî berpirsên Komîteya Çandinî û Avdanê, zeviyên ku par lê garis hatine çandin gihaştin ji sadî 70 ji zeviyên avî.

Îsal ji ber firehbûna qada zeviyên garis, Meclisa Sivîl a Reqayê kargeha ziwakirina garis nû kir, ji ber ku barê ziwakirina garis li ser cotkaran sivik dike.

Endamekî rêveber a kargeha ziwakirina garis li Reqayê Hisên Dêrik got: "Îsal xebata kargeha ziwakirinê berfirehtir bû, di mewsima borî de me nêzî 20 hezar ton wergirt, lê di mewsima niha de mîqdarên ku hatine wergirtin zêdetirî 73 hezar ton garis e."          

Hisên Dêrik wiha dom kir: "Me ji bo pêvajoya dapokirina garis planek danî, da ku di vê mewsimê de tu zirar çênebin û li depoyan alavên sarkirin û pîvana germahiyê zêde kir."

Hisên Dêrik diyar kir ku garis di gelek aliyên aborî de tê bikaranîn, wekî firne, aş, kargehên êm, kargeha zeytê ya li Hesekê, ku 5 hezar ton garis ji bo kargehê veqetandiye. 

Li gorî nirxê ku Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiribû, kargeha ziwakirina berhemê ji cotkaran bi hezar û 100 lîreyên sûrî ji her kîloyekê wergirt.

Hisên diyar kir ku Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser planek danî daku xebata ziwakirinê di sala pêş de bi pêş de bibe û fireh bike. Tê payîn 4 yekîneyên din bi kapesîteya hezar ton di saetekê de zêde bibin.

Kargeha ziwakirina garis ji 3 yekîneyan pêk tê. Ew yekîne garisê ji cotkarên Reqa û gundewarên wê werdigirin û ziwa dikin.

Beriya aloziya Sûriyê, nêvî berhemê garis ê Sûriyê ji Reqayê derdiket. Piştî dagirkirina bajar ji aliyê komên çete û çeteyên DAIŞ`ê ve, çandiniya wê gelekî kêm bû, lê piştî rizgarkirina Reqayê dîsa bi awayekî zêde hate çandin, lê kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, metirsiya kêmkirina hilberînê û kêmkirina zeviyên çandiniyê li herêmê çêdik.e

(dx)

 ANHA