Şêniyên Hesekê ji bo şehîdên Gurzê Gelan şîn girêdan

Li Hesekê ji bo şehîdên Pêngava Gurzê Gelan şîn hat ragihandin. Her wiha amadekeriyên oxirkirina 23 şehîdên pêngavê tê kirin.

Şêniyên Hesekê ji bo şehîdên Gurzê Gelan şîn girêdan
4 sibat, 2022   07:51
HESEKÊ-NOFA MIHEMED

Li Hesekê ji bo oxirkirina 23 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan şêniyan dikanên xwe girtin.

Tê payîn ku îro saet di 10:00`an de şêniyên Hesekê cenazeyên 23 şehîdan li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê veşêrin.

Li gorî Saziya Malbatên Şehîdan navên şehîdan wiha ne: Muhened Hesen Silêman, Ednan Ewde El-Ibêd, Mihemed Mihemed El-Ebid, Ehmed Hiwêdî El-Tawîl, Xelîl Mihemed Şêxo, Şikrî Wadî El-Deman, Ebdureûf Îd El-Selîm, Elî Hisên El-Elî, Ehmed Casim El-Elî, Îmad El-Salih, Reşad Ehmed Yunis, Feysal Ebdurehman, Ednan Ebas Xilêf, Egîd mihemed Xelîl, Ehmed Xazî Nasir, Ehmed Salih Silêman, Mihemed Fîras El-Dexîl, Samî Îbrahîm Yusif, Ebdullah Xelîl El-Efîn, Xalid Ilêwî, Zehrudîn Hesen Ebdo, Cuma Şêxo El-Bayrem û Ehmed Ayid El-Salih.

(şx)

ANHA