KONGRA-GEL: Faşîzma AKP û MHP’ê bi tirs êriş dike

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL diyar kir ku rejîma dewleta Tirk a faşîst ketiye pêvajoya hilweşandina siyasî û got: "Divê gelên me yên li Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û li derveyî welat dijîn di pêvajoya hilweşandina faşîzmê de rolek bi bandor bilîzin. "

KONGRA-GEL: Faşîzma AKP û MHP’ê bi tirs êriş dike
3 sibat, 2022   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL derbarê êrişa di 20’ê Çileyê de ya li ser Hesekê û êrişên di 1’ê Sibatê de li Mexmûr, Şengal û Rojava pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo hilweşandina siyasî ya rejîma dewleta Tirk a dagirker bide sekinandin bêtir êrişî mûxalifan dike. Di serî de jî êrişî destkeftiyên Kurdên azad dike ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku ew afirandiye û hêza sereke ya mûxalefetê ye.

AKP û MHP’ê piştî amadekariyeke dirêj ji Serêkaniyê û Girê Spî êrişa di 20’ê Çileyê de li Girtîgeha Hesekê bi çeteyên DAIŞ’ê êrişek da destpêkirin. Ev êriş ji aliyê QSD’ê hate şikandin û dewleta Tirk di heman rojê de êrişî Şengalê kir.

Çawa ku di 26’ê Çileya 2015’an de DAIŞ li Kobanê derbeke giran xwar û têk çû. Di 26’ê Çileya 2022’an de jî hêzên QSD’ê êrişa DAIŞ’iyên di girtîgehê de da sekinandin û derbeke mezin a duyemîn li çeteyan da. Piştî Kobanê vê têkçûna mezin a li ser çeteyên DAIŞ’ê derbeke mezin li faşîzma AKP û MHP’ê da.

Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo vê rojeva neyînî ya vê têkçûnê biguherîne û hêza xwe nîşan bide, di 1’ê Sibatê de di heman wextê de êrişî Mexmûr, Şengal û Rojava kir û gelek mirovên sivîl qetil kirin.

Çavê faşîzmê kor e, nikare rastiyê bibîne. Ji ber ku faşîzma dewleta Tirk nikare rastiya gelê Kurd fêm bike, dibêje qey ew ê karibe têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bide sekinandin. Vê dijminatiya li ser gelê Kurd bûye sedem ku têkoşîna gelê me geştir bibe. Têkoşîna ku 50 sal in gelê me bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê didomînin, îspata şênber a vî tiştî ye.

Divê dost, dijmin û hemû alî baş bizanibin ku dewleta Tirk li ser înkara gelê Kurd hatiye avakirin û vê polîtîkaya wan a înkar û îmhayê hatiye asta hilweşandinê. Pergala dewleta faşîst a ku di van polîtîkayan de israr dike, di warê siyasî, civakî û moral de di nav hilweşandineke mezin de ye.

Ji ber vê tirs û panîka hilweşandinê, faşîzm destkeftiyên gelê Kurd di serî de, êrişî hemû mûxalifan dike. Em bi awayekî zelal diyar dikin, ev êriş tê wateya perpitandina pêvajoya hilweşandina faşîzmê, her ku biperpitin wê hilweşandin lezgîntir bibe. Gel û em Tevgera Azadiyê em dikarin sala 2022’an bikin sala hilweşandina faşîzmê, hemû şertên vî tiştî hene.

Helwesta rêxistinbûyî ya girseyî ya gelên me yên li Mexmûr, Şengal û Rojava ji bo pûçkirina êrişên faşîst, diyarker bû. Gelên me yên li Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê û li derveyî welat dijîn jî divê di pêvajoya hilweşandina faşîzmê de rolek bi bandor bilîzin, tevî dostên me raya giştî ya navneteweyî têxin nav tevgerê."