Mezlûm Ebdî:  Bi hevkariyeke xurt a bi DYA’yê re careke din me li DAIŞ’ê xist

Mezlûm Ebdî li ser kuştina  şêfê DAIŞ'ê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir û got, "Bi hevkariyeke xurt me careke din li DAIŞ'ê xist. Bila serê 121 kesên ku di êrişa rêxistina DAIŞ’ê ya li ser Hesekê de şehîd bûne, rehet be.”

Mezlûm Ebdî:  Bi hevkariyeke xurt a bi DYA’yê re careke din me li DAIŞ’ê xist
3 sibat, 2022   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser kuştina şêfê çeteyên DAIŞ'ê, fermandarên giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir. Ebdî got:" Bi hevkariyeke xurt me li DAIŞ'ê da, bila serê 121 kesên ku di êrişa rêxistina DAIŞ'ê ya li ser Hesekê de şehîd bûne, rihet be."

Daxuyaniya Mezlûm Ebdî wiha ye:

"Em spasiya gelê Amerîka û Biden dikin ji bo piştgiriya wan a domdar di êrişa dawî ya Idlibê de ku şêfê rêxistina DAIŞ'ê tune kir.

Bi hevkariyeke xurt, careke din me li DAIŞ'ê xist. Bila serê 121 kesên ku di êrişa rêxistina DAIŞ'ê ya li ser Hesekê de şehîd bûne, rihet be."

ANHA