Federasyona Penaberan a Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê êrişên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi tundî şermezar kirin.

Federasyona Penaberan a Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
3 sibat, 2022   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Federasyonê de wiha hate destnîşankirin: “Ev kiryara dijîmirovî ya dewleta Tirk di demekê de pêk hat ku Nêçîrvan Barzanî di serdanekê de gelek bê şermane li gel Erdogan civiya. Li ber çavê desthilata herêmê û hêzên leşkerî yên hikûmeta Iraqê êriş pêk tê,  bêyî ku tu bertekeke wan hebe û nerazîbûnek pratîkî li hember hebe.”

Di berdewama daxuyaniya Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê de wiha tê gotin: “Çend dubarekirina van cûrê kiryarên terorî û kuştina penaberên ku ji ber rewşa şer û desthilata leşkerî revîne, tenê ji ber sûcê alîgirên partiyek siyasî ya diyar rûbirûyî van destdirêjî û malwêraniyê dibin. Derqanûnî ye û berevajiya hemû pîvanên navneteweyî yên derbarê mafên penaberan de ye.”

Federasyona Seranser a Penaberan a Iraqê berpirsên parastina panaberan hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ne û bang li rêxistinên cîhanê kir ku van êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan rawestînin û ji bo parastina maf û jiyana panaberên Wargeha Mexmûrê zextê li welatên Ewropa bikin.