Siyasetmedar Iyad Xetîb: Hebûna DAIŞ'ê xizmeta hêzên hegemonîk dike

Cîgirê serokê nivîsgeha Lêkolîn û Pêşxistina Fikirî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb diyar kir ku hikumeta Şamê, Tirkiyê û hêzên cîhanê sûdê ji hebûna DAIŞ`ê werdigirin. Xetîb îşaret pê kir ku QSD`ê ji bo parastina cîhanê ji xeteriya DAIŞ'ê bi erkeke mirovî û exlaqî rabû û berdêlên giran dan.

Siyasetmedar Iyad Xetîb: Hebûna DAIŞ'ê xizmeta hêzên hegemonîk dike
4 sibat, 2022   02:40
REQA-EHMED EL-ELÎ

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kirin da ku girtiyên xwe birevîne. Li ser mudaxeleya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD'ê êriş hate têkbirin û girtîgeh hate kontrokirin.

Di gelek raporan de hate eşkerekirin ku destên hikumeta Şamê û dewleta Tirk di êrişên li ser girtîgeha Sînaa de hene û rê ji şaneyên DAIŞ`ê re hêsan kirine da ku êrişî bike. Ev her du alî bi van êrişan armanc dikin ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin, lê QSD`ê careke din xeterî derbas kir.

Têkildarî mijarê cîgirê serokê nivîsgeha Lêkolîn û Pêşxistina Fikirî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Iyad Xetîb ji ajansê re axivî û got: "Bûyerên li girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê qewimîn  careke din dosya DAIŞ`ê xiste rojevê. Yên ku sûdê ji van bûyeran digirin ew bi xwe ne yên li pey wan, li pey van bûyran in.. Di demeke nêzîk de em ê bînin ku ev dosya dê ji hêla van aliyan ve were nîqaşkirin."

Iyad Xetîb da zanîn ku vekirina dosya DAIŞ`ê bi armanca têkbirina hemû serkeftinên QSD`ê yên li dijî çeteyan e, nexasim ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 11 hezar şehîd dane.

Xetîb wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser gelek serkeftin qezenc kirin, ji lewma dewlet û hikumetên cîran û yên neteweperest şerê wê dikin, ji ber ku ditirsin ev modêla demokratîk li gel wan jî pêk were."

Iyad Xetîb da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve hikumeta Şamê di aliyê birêvebirina dewletê de, her wiha girêdana bi desthilatê ve helwesta xwe neguhartiye û bi hişmendiyeke nû jî nêzîk nebûye, di heman demê de hemû têgehên nû yên têkildarî rêveberiyê red dike û dixwaze dewleta serdest be û xwediya hemû biryaran bimîne.

Xetîb têkildarî vekişandina hêzên hikumetê ji nuqteyên xwe yên çolistana Reqayê ku hemwextî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa bû, wiha axivî: "Ger mirov bersiva vê pirsê bide, divê destpêkê çend pirsan bike; gelo çima hikumeta Şamê destpêka aloziya Sûriyê komên cîhadîst serbest berdan? çima çavên xwe li ser hebûna wan digire? Çawa bajarên Sûriyê radestî wan dike û çima bi awayekî aktîf şerê van rêxistinan nake?"

Xetîb bi domdarî got: "Hikumet sûdê ji van rewşên tevlihev werdigire û dixwaze vê peymanê bide civata navneteweyî; an hikumet bi şeklê xwe yê heyî yan jî rêxistinên terorîst û alozî."

Cîgirê serokê nivîsgeha Lêkolîn û Pêşxistina Fikirî ya Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku DAIŞ`ê ne ji Sûriyê ve dest pê kirin, lê ji Afganistan û Somal dest pê kirin û wiha pê de çû: "Hebûna DAIŞ xizmeta hin hêzên hegemonîk dike ku dixwazin hebûna xwe li dewletên din çêkin."

Iyad Xetîb bal kişand ser barên ku Rêveberiya Xweser radike, xeteriya ji ber hebûna çeteyên DAIŞ`ê li hermên xwe û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hikumeta Şamê ruxmî rewabûna wê di qada navneteweyî de, lê malbatên DAIŞ`ê yên gel xwe dadgeh nekiriye. Dosya DAIŞ`ê ji xetertirîn dosyayan e, hemû dewlet ji berpirsyarên xwe direvin, lê Rêveberiya Xweser bi armanca rizgarkirina cîhanê ji xeteriya DAIŞ`ê,  11 hezar şehîd dan."

(eh)

ANHA