​​​​​​​Di operasyona Koalîsyona Navneteweyî de li Idlibê 13 kes hatin kuştin

Di operasyona hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku duh li gundewarên Idlibê pêk hat, 13 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Di operasyona Koalîsyona Navneteweyî de li Idlibê 13 kes hatin kuştin
3 sibat, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama operasyonê de ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Idlibê pêk anî, 13 kes, ji wan 4 zarok û 3 jin, hatin kuştin.

Dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku gelek birîndar hene.           

SOHR'ê diyar kir ku heta niha tu agahî têkildarî armanca hêzên Koalîsyonê di vê operasyonê de nehatine zanîn.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh bi şev operasyonek li nêzî herêma Atmê ya li nêzî sînorê kantona Efrînê pêk anîbû. Hêzên Koalîsyonê operasyoneke wiha li Idlibê li dar xistibû û di encamê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî hatibû kuştin.

(dx)