DAIŞ’ê li Selahaddînê ya Iraqê êrişeke xwekuj kir

Berdevkê Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl da zanîn ku çeteyekî DAIŞ'ê li parêzgeha Selaheddînê êrişeke xwekuj pêk aniye.

DAIŞ’ê li Selahaddînê ya Iraqê êrişeke xwekuj kir
3 sibat, 2022   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl di daxuyaniyekê de got: "Di dema pêkanîna operasyona lêgerînê ya Fermandariya Operasyonên Selaheddînê li herêma El-Mîtê ya ji bo lêgerîna çeteyê birîndar ku di êrişa esmanî de birîndar bûbû, çeteyê birîndar hate dorpêçkirin û di encamê de xwe teqand."                               

Yehya Resûl got: "Di encama teqînê de tu zirar negihaşt hêzên ewlehiyê û 3 cenaze hatin dîtin. Lêgerîn heta niha berdewam e."

Balafirên artêşa Iraqê li parêzgeha Selaheddînê êrişeke asmanî pêk anîbû û di encamê de çeteyek hatibû kuştin û yek jî birîndar bûbû.

(dx)