Di salvegera komployê de bangewaziyên azadkirina rêber Ocalan

Saziyên civaka sivîl ên Helebê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan banga hevgirtinê kir.

Di salvegera komployê de bangewaziyên azadkirina rêber Ocalan
3 sibat, 2022   12:38
HELEB

Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan piştî ku di 9`ê Cotmeha 1998`an de ji Sûriyê derket û berê xwe da Moskovê, dest pê kir û di 15`ê Sibata 1999`an de jî li paytexta Kenyayê Naîrobiyê dîl hate girtin.

Ji dema ku radestî desthilata Tirk hate kirin, tecrîdeke giran li ser hatiye ferzkirin. Serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî têne redkirin.

Bi nêzîkbûna salvegera 23`yan a dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re, saziyên civaka sivîl ên Helebê daxuyaniyek da.

Endamê Yekitiya Mamosteyan Xalid El-Seyd daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Roja 15`ê Sibatê di dîroka gelê Kurd de û gelên bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bawer in, rojeke reş e.  

Ruxmî sûcên dewleta Tirk, rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir dibistan û fikrên wî bi awayekî berfirehtir belav bû. Berhemên xwe ji wir belav dike ku li herêmê bûn bingeha jiyana hevbeş a pêkhateyan. Gelên bindest ên li Rojhilata Navîn fêm kir ku azadiya wan bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye ku 23 sal e bê westan di girtîgehê de tê dikoşe.  

Ev komplo li ser eniya pergala modernîteya kapîtalsît lekeye şermê ye. Lê rêber Abdullah Ocalan komplo têk bir, Rojhilata Navîn û gelê wê ji şerê dijwar dûr xistin.

Saziyên civaka sivîl berhemeke fikrî ya rêber Abdullah Ocalan in. Li ser vê esasê em dîlgirtina ronakbîr Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em bang li cîhana azad û rêxistinên mafên mirovan û hemû demokratan dikin ku hevgirtî bin, ji bêdengiya xwe derkevin û fişarê li hikumeta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên dermirovî rawestînin û rêber Abdullah Ocalan azad bibe.”

(şx)

ANHA