​​​​​​​Şêniyên Til Temirê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan oxir kirin

Bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê îro 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan oxir kirin.

3 sibat, 2022   11:24
HESEKÊ

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Til Temirê û gundên wê cenazeyên 3 şehîdan; Diyaudîn Îbrahîm, Silêman Emîn û Ebid El-Cuma li goristana şehîdan a li bakurê bajarê Til Temirê oxir kirin.

Her wiha hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li ser rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de kirin hedef.

Li goristanê di merasîmê de bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Baqî Gutî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya navçeyê endamê têkiliyên giştî yên hêzê Ferhad Emîn û malbatên şehîdan axivîn.

Axêveran sersaxî da malbatên şehîdan û soza berdewamkirina rêya şehîdan da. Axêveran destnîşan kir ku hevgirtina gelê herêmê gelekî girîng e û ev yek di êrişa li Hesekê de diyar bû.

Her wiha diyar kir ku bi saya vê hevgirtinê û xwedîderketina gelê herêmê li QSD`ê, komplo bi bin ket.

Di merasîmê de endamên malbatên her sê şehîdan jî axivîn û soza berdewamkirina têkoşînê li hember hemû êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, endama Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê Nalîn Yunis wesîqeyên şehatedê yên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şehîdan li goristanê spartin axê.

(şx)

ANHA