Enwer El-Muşrif: PKK xistina "lîsteya terorê" biryareke siyasî ye

Mamosteyê qanûna navneteweyî Enwer El-Muşrif got, xistina navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê " re biryareke siyasî ye û PKK`ê li hember terora dewleta Tirk parastina tevahî cîhanê kir. Her wiha ragihand ku ew tev li pêngava "Edalet û azadî ji bo Kurdan" bû.

Enwer El-Muşrif: PKK xistina "lîsteya terorê" biryareke siyasî ye
3 sibat, 2022   02:55
KOBANÊ

Bang û xwestekên Kurdistanî û cîhanî di çarçoveya pêngava "Edalet û azadî ji bo Kurdan" ku armanca wê ew e ku navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê" were derxistin, zêde dibin.

Însiyatîfa navneteweyî ya edalet ji bo Kurdan pêngava komkirina 4 milyon îmze ji bo rakirina navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê" ragihand. Zêdetirî hezar kesayetên cîhanî ji 30 dewletên cîhanê tev li pêngavê bûn û hê jî pêngav didome.

Di vê çarçoveyê de mamosteyê qanûna navneteweyî Enwer El-Muşrif tevlêbûna xwe ji pêngava "Eedalet û azadî ji bo Kurdan", ragihand.

Enwer El-Muşrif ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Ragihandina tevlêbna wê ji pêngavê re di çarçûveya baweriya wî bi xebatên PKK’ê di oxira rizgarkirina Sûriyê ji qirêjiya terora DAIŞ’ê de pêk hat."

El-Muşrif wiha domand: "PKK`ê destek da serkeftina berxwedana Kobanê. Her wiha destek da berxwedana gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. PKK`ê şerê terora cîhanî di şexsê DAIŞ`ê û alîgirên wê de di serî de dewleta Tirk, kir. Parastina tevahî cîhanê kir. Tişta herî girîng ku navê wê jî "Lîsteyên terorê" were derxistin."

El-Muşrif diyar kir ku xistina navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê" re biryareke siyasî ye, dewleta Tirk û rejîma îxwanî ku Tirkiyê bi rê ve dibin, li pey wê yekê ne.

Enwer El-Muşrif teqez kir ku mijarên girêdayî piştevanên terorê êdî eşkere bûne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran a Hesekê ku tê de xetertirîn girtiyên DAIŞ’ê hene ew yek îsbat kir bi taybet çeteyên êriş kirine ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine, hatin."

(bx)

ANHA