Pisporekî navneteweyî: QSD`ê parastina hemû sûriyan kir

Pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî Hamid Faris da zanîn ku êrişên DAIŞ’ê bi erêkirina hêzên derve bû, di serî de Tirkiyê û armanc dikir rewşeke nû bide ferzkirin, lê QSD`ê di çarçoveya pêngava "Gurzê Gelan" de hewldanên wan têk birin.

Pisporekî navneteweyî: QSD`ê parastina hemû sûriyan kir
3 sibat, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

20`ê Çileya darbasbûyî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê kir û hewldana revandina girtiyên DAIŞ`ê kirin, lê QSD`ê bersiv da û planên bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin.

Di çarçoveya pêngava "Gurzê Gelan" de Navenda Ragihandina QSD`ê 26`ê Çileya derbasbûyî kontrolkirina girtîgeha Sînaa û teslîmbûna çeteyên DAIŞ`ê ragihand.

‛HEWLDANA FERZKIRINA REWŞEKE NÛ’

Pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Hamid Faris ji ajansê re axivî û got: "Ji beriya 3 salan dema têkbirina rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Iraq û Sûriyê hatiye ragihandin, ev êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya herî mezin û tund bû, lê QSD’ê bi hemû pîvanan operasyonek serkeftî li dijî êriş û çeteyan li dar xist."

Faris wiha domand: "Ev rêxistin bi hemû hêza xwe hewl da careke din zindî bibe, isbata vê yekê jî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Xiwêranê û revandina çeteyan ji girtîgehê ye."

Faris bi domdarî got: "Destwerdana QSD`ê di vê dema hesas de, ji girîngtirîn faktorên têkbirina êrişên DAIŞ bû. Çeteyan bawer nedikir ku ew ê rastî berxwedaneke wiha xurt werin. QSD`ê jî bi vê operasyonê nameyek ji cîhanê tevahî re şand ku ev rêxistina terorîst hîn jî heye, nexasim ku ev êriş hemû gelê sûrî dike armanc ne tenê bakurê sûrî, ev jî dibe sedem ku rewş aloztir bibe."

JI HEMÛ SÛRIYAN Û CÎHANÊ RE ENCAMÊN ERÊNÎ BÛN

Hemwextî êrişên DAIŞ`ê Wezareta Karên Derve ya Şamê daxuyaniyek da û tê de nerasterast piştgiriya DAIŞ`ê kir. Di vê daxuyaniyê de îdia kir ku QSD`ê li girtîgeha Sînaa ya Xiwêran sivîlan dikuje, di nav de zarok jî hene, her wiha şêniyên taxa Xiwêran jî dide koçberkirin.

Berovajî îdiayên hikumeta Şamê, pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî ev nirxandin kir: "Encamên van êrişan, serkeftina QSD`ê li dijî DAIŞ`ê û şikandina hewldanên kontrolkirina wan ji girtîgeha Sînaa re, ji hemû Sûriyan re bandorên erênî yên mezin bi xwe re tîne. QSD`ê li şûna hemû gelê sûrî û cîhanê li dijî DAIŞ`ê sekinî, ji ber ku ev rêxistin gefan li ewlehiya Sûriyê û cîhanê tevahî dixwe."

Hamid Faris ev lê zêde kir: "Di encamê de QSD`ê berxwedaneke lehengane nîşan da û di oxira vê yekê de 121 şehîd da, her wiha fikireya vegera rêxistinê careke din têk bir, nexasim ku êrişên li dijî girtîgeha Xiwêranê xwedî planeke diyarker bû ku ew jî, hewldana revandina artêşa xwe bû."

Faris destnîşan kir ku bi taybet asta xeteriya DAIŞ’ê û zêdebûna wê xwe dispêre 2 hêmanên sereke û ev tişt got: "Ya yekemîn ew dikare endamên li çolistanê zêde bike û ya duyemîn jî bikaribe endamên girtî di girtîgehan derxe. Bi wê yek rêxistian DAIŞ’ê dikare careke din berfireh bibe, bajaran kontrol bike û careke din xîlafeta xwe ragihîne ku serçeteyên rêxistinê hewldana wê yekê dikin."

‛JI ALIYÊ DERVE VE ERÊKIRIN HEYE Û HERÎ ZÊDE TIRKIYÊ SÛDWER E’

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev êriş ne normal bû û di çarçoveya planeke fireh de ku ji demeke dirêj ve plana wê tê kirin pêk hat. Li gorî belgeyên hatine dîsplînkirin, her wiha lixwemikurhatin serçeteyên êrişkar eşkere bû ku heke êrişa wan a li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bi ser ket wê êrişî taxên dîtir ên Hesekê jî bikarana. Hemwextî wê jî wê êrişî Hol, Şedad û Dêrazorê jî kiribana. Bi wê re wê rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst xîlafeta xwe bi navê Dewleta Îslamê ya Duyemîn ragihanda.

Derbarê piştgiriya hêzên derve ji van êrişan re, pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî wiha axivî: "DAIŞ`a terorîst li hundirê herêmên Sûriyê bêyî erêkirina dewletên derve nikare êriş bike, dewleta herî zêde berjewendiyên wê di vê yekê de heye jî Tirkiyê ye. Ji ber ku her tim hewl dide li Sûriyê teror vegere, da ku belav bibin û herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê wêran bike, şerê Kurdan bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Li aliyekî din Tirkiyê êrişên wiha bi kar tîne da ku hîn zêdetir bakurê Sûriyê dagir bike û xêr û bêra wê jî desteser bike."

‛DAIŞ GEFAN LI EWLEHIYA EREBÎ Û NAVNETWEYÎ DIXWE Û QSD`Ê LI ŞÛNA HER KESÎ ŞER DIKE’

Têkildarî erka ku dikeve ser milên sûriyan û civata erebî û navneteweyî, pirspor Hamid Faris ev tişt got: "QSD`ê ruxmî derfetên kêm, li dijî rêxistineke terorîst şer kir ku dewletên zilhêz nekarî têk bibin, ji lewma divê piştgiriya van hêzan were kirin ji ber ku gefan li ewlehiya neteweyî-erebî dixwe, nexasim ku hin dewlet piştgiriya rêxistinên terorîst dikin, di serî de rêxistina DAIŞ`ê da ku ewlehî û aramiya herêma erebî û Rojhilata Navîn têk bibin."

Faris ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê civata navneteweyî û erebî li dijî vê rêxistina terorîst piştgiriya QSD`ê bikin, çi ji aliyê leşkerî û ewlekariyê çi aborî be. Ger destekê nedin dê rewş kambax be. Ji ber ku DAIŞ hewl dide careke din xwe zindî bike û heke ev yek pêk were dê karesatê bi xwe re bîne."

‛MAYÎNA ÇETEYÊN DAIŞ Û MALBATÊN WAN BÊYÎ ÇAREYEKÊ GEFAN LI EWLEHIYA HERÊMÊ DIXWE’

Faris bal kişand ser xeteriya neçareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan û wiha pê de çû: "Mayîna çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û malbatên wan li kampan bêyî çareyekê, gefan li ewlehiya Sûriyê û herêma erebî dixwe, di heman demê de barên QSD`ê giran dikin, nexasim ku dewleta Tirk êriş dike û vê yekê bandoreke neyinî li ewlehiyê kir."

Hamid Faris destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe yên li vê herêmê, destekê dide çete û rêxistinên terorîst, hemwextî vê yekê hikumetên welatên biyanî welatiyên xwe nabin û dadgehkirina wan paşguh dikin, di encamê de barên Rêveberiya Xweser giran dibin.

Hamid Faris li ser malbatên ji welatên cîran tên û tê payîn ku girêdaneke wan bi rêxistinê re heye wiha axivî: "Tu pêşketin di diyaloga navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Iraqê de ya derbarê wergirtina 31 hezar iraqiyên li kampa Holê de, tune ye."

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî da zanîn ku ji civata navneteweyî tê xwestin ku têkildarî vê dosyê bi erka xwe rabe û zextê li hikumetên erebî û Ewropa bike ku welatiyên xwe bibin û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku mayîna wan xeteriyê çêdike, bi taybet ku Komseriya Bilind a Meclisa Ewropa ya Mafên Mirovan bang li dewletên Yekitiya Ewropa kir ku welatiyên xwe bibin, li aliyekî din jî Wezareta Karên Derve ya Amerîka bang li dewletên Ewropa kir ku van çeteyan bibin û ger sûc kiribin wan darizînin."

Faris îşaret pê kir ku sedema sereke ya pêkanîna êrişên terorîstane, mayîna çeteyên DAIŞ`ê li baregehên xwe yên berê û neşandina wan ji welatên wan re ye.

‛DAIŞ LI GELEK DEWLETAN BELAV BÛYE’

Pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî Dr. Hamid Faris derbarê belavbûna DAIŞ`ê de ev nirxandin kir: "DAIŞ li gelek dewletan belav bûye, ji wan başûrê Lîbyayê ku li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê operasyonên terorîstane pêk anîne, her wiha di demên dawî de li Iraqê asta êrişan zêde bûye da ku ji nû ve zindî bibin û rêya demokrasiyê temam nebe. Li Afrîkayê jî belav bûne, nexasim li herêma beravê û gefan li ewlehiya bakurê Afrîkayê dixwin. Di heman demê de operasyonên cihêwaz hebûn ku gef li ewlehiya Cezaîr dixwar, lê artêşa wê  bersiv da."

Dr, pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî Hamid Faris di dawiyê de got: "Ev rêxistin li herêmên di aliyê ewlehiyê de lawaz in digere, da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike."

(eh)

ANHA