Koalîsyona Navneteweyî li nêzî Efrînê operasyonek li dar xist

3 helîkopterên Koalîsyona Navneteweyî duh bi şev li herêma Atmê ya li bakurê Idlibê ku nêzî sînorên kantona Efrînê ya dagirkirî ye, malek kir hedef ku çeteyên biyanî tê de bûn.

Koalîsyona Navneteweyî li nêzî Efrînê operasyonek li dar xist
3 sibat, 2022   10:29
ŞEHBA

Di malê de ku ji 2 qatan pêk tê, çeteyê bi navê Ebû Husam El-Brîtanî hebû ku îhtîmal heye ku serçeteyekî Heyet Tehrîr El-Şam e û gelek çeteyên biyanî tê de bûn.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, helîkopter beriya daxistina leşkeran, heta 2 saet û nîvan li asîmanê herêmê firiyan û bi çekên giran mal kir hedef. Her wiha bi hoparloran bang li şêniyan kir ku ji malên xwe dernekevin.

Operasyon saet di 12’ê şev de pêk hat û 2 saet û nîvan dom kir. Piştre helîkopter derdora nîv saetekê li asîmanê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê firiyan û ji qadê dûr ketin.

Mala hedefgirtî, li ser sînorên Sûriyê yên Tirkiyê ye. Nêzî benda kontrolê ya çeteyan a li gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê ye û li derdora herêma Atmê ya li bakurê Idlibê ye.

Têkildarî operasyonê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) got hêzên taybet li bakurê rojavayê Sûriyê operasyon bi awayekî serkeftî pêk anîne.

Rojnameya New York Times jî diyar kir ku hêzên Amerîkayê helîkopterek xwe ku di operasyona li bakur û rojavayê Sûriyê de xirab bûye, bê bandor kiriye.

Koalîsyonê di Cotmeha 2019`an de operasyoneke wiha li Idlibê li dar xistibû ku di encamê de Ebû Bekir El-Bexdadî hatibû kuştin.

(şx)