Meclisa Qamişloyê: Em ê li hember êrişên dewleta Tirk tê bikoşin

Meclisa Gel a Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker wek tolhildana DAIŞ`ê pênase kirin û got “Çi qasî dewleta Tirk sûcên xwe li dijî herêmên me pêk bîne jî, em ê bi fikra xwe ya demokratîk terorê têk bibin.”

Meclisa Qamişloyê: Em ê li hember êrişên dewleta Tirk tê bikoşin
3 sibat, 2022   10:20
QAMIŞLO

Meclisa Gel a Qamişloyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê hat dayîn.

Endamên meclisê û Şaredariya Gel di daxuyaniyê de amade bûn. Hevserokê Meclisa Gel a Qamişloyê Silêman Ebo Bekir daxuyanî xwend.

Silêman Ebo Bekir diyar kir ku di her serkeftinekê de herêmên Rêveberiya Xweser bi hêz, vîn û israr ji bo doza pêkanîna neteweya demokratîk bi isrartir dibin û got: “Li herêmên Rêveberiya Xweser komployek tê meşandin. Herî dawî jî êrişa li ser girtîgeha Hesekê bû. Ew êriş bi saya biratiya gelan bi ser neket. Êrişa DAIŞ`ê bi destê dewleta Tirk a dagirker bû. Erdogan ev têkbirin qebûl nekir û dest bi tolhildana DAIŞ`ê kir.”

Silêman Ebo Bekir da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tola xwe bi rêya têkbirina destkeftiyên herêmê hilde û êrişî Dêrik, Mexmûr û Şengal kir, her wiha binesaziya herêmê xirab dike û dixwaze herêmê dorpêç bike û şêniyan neçarî koçberiyê bike.

Silêman Ebo Bekir wiha pê de çû: “Em dibêjin çi qasî dewleta Tirk kiryarên xwe li dijî herêman pêk bîne jî, em ê bi fikrê xwe yê demokratîk terorê têk bibin, em ê li hember van komplo û planan tê bikoşin.”

Silêman Ebû Bekir wiha daxuyanî bi dawî kir: “Em soz didin ku em ê li ser şopa pêkanîna neteweya demokratîk bimeşin. Em bang li hêzên cîhanî dikin ku destwerdaneke li ser esasê rawestandina terorîst Erdogan bikin û destwerdanên wî ji bo dewletên cîhanê û herêmên derdorê rawestînin.”

(sb)

ANHA