MSD: DAIŞ’ê sûd ji nakokiyên di navbera hêzên mezin de girt

MSD`ê diyar kir ku DAIŞ’ê di êrişên dawîn de sûd ji nakokiyên di navbera hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn, rojhilatê Ewropa û Afrîkayê û êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî QSD`ê girt. MSD`ê bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û Meclisa Ewlehiyê kir ku rê li pêşiya siyaetên dijminane yê dewleta Tirk ên li dijî herêmê bigirin.

MSD: DAIŞ’ê sûd ji nakokiyên di navbera hêzên mezin de girt
3 sibat, 2022   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro daxuyaniyek da û tê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, stasyona kehrebeyê ya li gundê Gir Kendal ê Dêrikê şermezar kirin û pêwîstiya destpêkirina çareseriyeke siyasî ya cidî li Sûriyê destnîşan kir.

Meclisê di daxuyaniya xwe de behsa êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir û diyar kir ku Hêzên Sûriya Demkratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser ew êriş têk bir, dîsa girtîgeha kontrol kir û gelek çete girtin.

`GUHERÎNEKE XETERNAK`

MSD`ê di daxuyaniya xwe de êrişa DAIŞ`ê wek guherîneke xeternak bi nav kir û destnîşan kir ku DAIŞ’ê bi vê êrişê nîşan da ku dikare xwe li herêmê ji nû ve bi rêxistin bike û hewl dide erdnîgariyekê bi dest bixe da ku îdeolojiya xwe lê belav bike.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de got: “DAIŞ’ê sûd ji nakokiyên di navbera hêzên mezin ên li Rojhilata Navîn, rojhilatê Ewropayê û Afrîkayê de girt, bi taybet nakokiya di navbera aliyên ku mudaxeleya Sûriyê kirine ku heta niha tu pêşketineke siyasî bi dest nexist. Her wiha sûd ji xitimandina asoyên çareseriyê li Sûriyê û civînên navneteweyî yên bêencam ên li Cinêv û Astanayê, dijminahiya gelek hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk, a li dijî Rêveberiya Xweser, her wiha êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî QSD`ê û rewşên siyasî yên nearam li Iraqê piştî hilbijartinên dawîn, girt û firsend dît ku xwe bi rêxistin bike û hemwextî hewldana rizgarkirina DAIŞ`iyên di girtîgeha Hesekê de êrişî hêzên Iraqê kir.”

MSD`ê daxuyand ku hikumeta Şamê jî hewl da sûdê ji van êrişan bigire û wê di plana xwe ya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar bîne, piştî ku ‘projeya lihevkirinan’ bi bin ket.

BANGEWAZÎ

MSD`ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola êlan ku piştgiriya QSD`ê kir. Her wiha berxwedana QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de êrişa dawîn a li ser gundewarên Dêrikê, hedefgirtina stasyona kehrebeyê ya gundê Gir Kendal şermezar kir.

MSD`ê bang li Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA û Rûsyayê kir ku pabendî lihevkirina agirbestê bin ku di Cotmeha 2019`an de pêk hatiye. Her wiha bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku mudaxele bike û rê li pêşiya siyasetên dijminane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bigire.

`DIVÊ LI SÛRIYÊ ÇARESERIYEKE SIYASÎ YA CIDÎ DEST PÊ BIKE`

MSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku bi hesasî nêzî dosyaya DAIŞ`ê bibe, li hember vê xetereyê desteka pêwîst pêşkêş bike. MSD`ê pêwîstiya avêtina gavên cidî ber bi çareseriya siyasî ve destnîşan kir û got: “Divê ev çareserî li gorî lêvegerên navneteweyî pêk were, di sêrî de biryara 2254’an. Ji bilî çareseriya siyasî û veguherîna demokratîk, tu rê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û tunekirina DAIŞ`ê tune ne.”

(şx)