Her du alî vegeriyan Meclisa Wezîran a Lubnanê.. gelo nixumandin an avakirin e?

Li Lubnanê geşedanên girîng ên siyasî rû dan, piştî mehekê hikumet vegeriya civînê, Saad El-Herîrî îstîfaya xwe ji qada siyasî da, her wiha Şepêla Pêşerojê beşdarî hilbijartinan nabin. Ev geşedan dê bandoreke çawa li Lubnanê bikin?

Her du alî vegeriyan Meclisa Wezîran a Lubnanê.. gelo nixumandin an avakirin e?
3 sibat, 2022   08:21
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Gelê Lubnanê wekî her carê li ser bûyerekê radizên û li ser yeke hişyar dibin, nexasim di rojên dawî de gelek geşedan pêk hatin û dibe ku guhartineke siyasî û aborî bi xwe re bîne.

Ji girîngtirîn geşedanên qewimîn, îstîfaya serokê Şepêla Pêşerojê Saad El-Herîrî ji qada siyasî re bû, pê re jî mezhebê Sunî di nav partiyan de bê rol ma û dualiyên Şîî careke din tev li civînên hikumetê bûn.

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî Îmad Şidyaq ji ajansê re diyar kir ku reva ji civînên hikumetê tune ye, nexasim di serdema aloziya aborî ya ku Lubnan pê re rû bi rû ye de.

SEDEMÊN VEGERÊ NAVXWEYÎ NE

Şidyaq ev li axaftina xwe zêde kir: "Sedema vegera dualiyên Şîa li hikumetê, berovajî texmînên hinekan e, veger ne girêdayî diyalogên Vienna û nêzîkbûna ji lihevkirinê re ne, berovajî vê yekê, sedemên vegerê navxweyî ne û girêdayî rawestandina lêpirsîna derbarê sûcê teqîna bendera Beyrûtê de ye.

Şidyaq wiha dewam kir: "Dadgerekî desteya dadgehê derket teqaudê, pê re jî xebat hate rawestandin û meclisa wezîran hewcedarî kesên nû ye.

Şidyaq diyar kir ku xebata hikumetê piştî vegera Hizbullah û Tevgera Emel, tenê di çarçoveya dagirtinê de ye, tu tişt wekî tê xwestin pêk nayê û ji aloziya aborî re nabe bersiv, di encamê de rewş ber bi xerabiyê ve diçe.

Şidyaq diyar kir ku ew ê budceyek were destnîşankirin, lê ne wekî ku behsa wê tê kirin, reşnivîsa yekemîn rojane tê guhartin, hin bac têne vekişandin û hin jî careke din têne kêmkirin.

ꞌBANKA NAVNETEWEYÎ LI SER VÊ BUDCEYÊ RAZÎ NABEꞌ

Nivîskar û rojnamevan anî ziman ku banka navneteweyî dê bi vê budceyê razî nebe, di heman demê de çavên her kesî li hilbijartinên hikumetê ye, her tiştên ku niha pêk tên ne bi awayekî cidî ne û taloqî piştî hilbijartinan bûne, li ser yekkirina buhayan jî tevlihevî heye.

HELWESTA SAAD EL-HERÎRÎ VALAHIYEKÊ ÇÊDIKE

Piştî Saad El-Herîrî ji bin siya bavê xwe derket û gelek berpirsyarî nema jê hatin xwestin, pir kesan bi wekî radestbûnê bi nav kir û hinekan jî got, Erebistana Siûdiyê bi awayekî nerasterast ji Lubnanê vekişya.

Kiryara Herîrî li Lubnanê velahiyek çêkir û li ser vê yekê nivîskar Îmad Şidyaq da zanîn ku ew ê Lubnan bi rawestandina Saad El-Herîrî ji xebata siyasî re bandor bibe û di pratîkê de ev yek eşkere dixuye, isbata vê yekê jî serok Mîşêl Ewn serdana Dar El-Fitiwe kir û di dîroka komara Lubnanê de, berî niha qet çênebûye.

Derbarê helwesta partiyên din Şidyaq got, çi kesên di desthilatê de bi xeteriya kiryara Herîrî dihise, ji ber ku ev yek rê li pêşiya derxistina mezhebê Sunî ji rageşiyê re veke û dê bibe rageşiyeke di navbera Hizbullah û her kesên rastî wê tê de.

Şidyaq bi domdarî got, Sunî rageşiya bi Hizbullah re red dikir û hin lihevkirinên Herîrî yên di bin maseyê de bûn û li ser maseyê jî bi partiyê re li hev dikir da ku şer dernekeve, lê niha rewş hate guhartin Sune nema li herêma Remadî an jî li ya Navîn e û diyar e ku piraniya rêveberên mezhebê Sunî dê nekevin hilbijartinan.

Şidyaq destnîşan kir ku boykutkirina ji hilbijartinan tune ye, lê gelek nav hene nabin namzet, ev jî tê wateya ku qada Sunî ber bi parçebûnê ve diçe û nûnerên wê dê di rêza duyemîn de bin, ev jî dê bandorê li encamên hilbijartinên hin partiyên din bike.

JI VALATIYA HEYÎ DIBE KU TEQÎNEK ÇÊBIBE Û WELAT BIBE DU PERÇE!

Nivîskar Îmad Şidyaq anî ziman ku dê encamên hilbijartinên hikumetê berê senaryo diyar bike û wiha axivî: "Welat ber bi siyaseta aliyan ve diçe, aliyek ji Hizbullah û aliyek ji kesên li derveyî partiyê û dijberên wê pêk tê û dê şereke siyasî di navbera her du aliyan de derbikeve."

Nivîskar îşaret pê kir ku di vê demê de dê tu hebûna Suna tune be û ger rewş du sê salan wiha dirêj bike, muhtemel e Lubnan parçe bibe û bibe du dewlet û du aborî.

Di dawiyê de nivîskar û rojnamevanê lubnanî Îmad Şidyaq got, ger rewş xirabtir bû û dewletên Ereban xwe ji Lubnanê qut kirin, dê piştgiriya aliyekî li ser hesabê aliyê din pêk were.

(eh)

ANHA