Dewleta Tirk li Dirbêsiye êriş pêk anî, hemwelatî birîndar bûn - HATE NÛKIRIN

Li Dirbêsiye di encama êrîşa dewleta Tirk a bi çekên giran de hin hemwelatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk li Dirbêsiye êriş pêk anî, hemwelatî birîndar bûn - HATE NÛKIRIN
3 sibat, 2022   08:15
HESEKÊ

Di saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî aliyê navçeya Dirbêsiyê kir. Di encama êrîşê de hin hemwelatî birîndar bûn.

Di heman demê de erebeyek hate hedefgirtin û zirareke mezin çêbû. Lê heya niha nayê zanîn ka erebe ji bejayî yan jî hewayî ve hatiye hedefgirtin.

Li gor agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, alozî berdewam e.

Li gorî agahiyên ku destpêkê hatibûn bidestxistin, hatibû gotin ku erebe bi balefirên bi çek û bêmirov (SİHA) hatiye hedefgirtin. Lê heya niha agahiyên derbarê hedefgirtina erebeyê de hîna nehatine zelalkirin. Her wiha heya niha ji saziyên ewlehiyê jî tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

ANHA