ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-02-2022
3 sibat, 2022   00:00

-Meclisa bajarê Qamişlo daxuyaniyek li pêş avahiyê xwe dide û tê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Dêrikê şermezar dike. Saet di 09:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Tirbespiyê û Til Hemîsê cenazeyên şehîdên pêngava Gurzê Gelan oxir dikin, saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-şêniyên Til Temir û Dirbêsiyê bi merasîmên cuda cenazyên 9 şehîdên pêngava Gurzê Gelan li goristanên navçeyên xwe oxir dikin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berdevkê QSD`ê Aram Hena da zanîn ku tevlîbûna xwîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de, serkeftinek ji tevahî Sûriyê û misogeriya li ser hevgirtina hemû pêkhateyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Pispor û mamosteyê Têkiliyên Navneteweyî Hamid Faris da zanîn ku êrişên DAIŞ’ê bi erêkirina hêzên derve bû, di serî de Tirkiyê û armanc dikir rewşeke nû bide ferzkirin, lê QSD`ê di çarçoveya pêngava "Gurzê Gelan" de hewldanên wan têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kurd û erebên bajarê Hesekê îşaret bi têkiliyên xurt ên biratiya her du pêkhateyan kir, nexasim ku dîrok û çarenûseke hevbeş wan tîne gel hev û got: "Dê hemû planên ajandeyan ên bi armanca derxistina fitneyan û derbekirina hevgirtina civakî, têk biçin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên komîteyên HPC’ê yên navçeya Til Temirê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destekê bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê û parastina tax û gundan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Mamosteyê qanûna navneteweyî Enwer El-Muşrif got, xistina navê PKK`ê ji "Lîsteya terorê " re biryareke siyasî ye û PKK`ê li hember terora dewleta Tirk parastina tevahî cîhanê kir. Her wiha ragihand ku ew tev li pêngava "Edalet û azadî ji bo Kurdan" bû.

POLÎTÎKA

-Rojnameger Mistefa Elo da zanîn ku metirsiya dewleta Tirk a bingehîn li herêmê ew e ku projeya demokratîk a bi vîna gel hatiye damezrandin e û got, têkiliya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de têkiliyeke xurt e. Her wiha Amerîka û NATO’yê planên veşartî pêk anîn ku êrişî girtîgeha Sînaa bikin, lê piştî binketinê mecala asîmanî ji dewleta Tirk re vekirin û piştevaniyeke eşkere danê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Li Lubnanê geşedanên girîng rû dan, ji wan piştî mehekê hikumet vegeriya civînê, Saed El-Herîrî îstîfaya xwe ji qada siyasî da, her wiha Şepêla Pêşerojê ji bo hilbijartinên nabe namzet, wê demê ev geşedan dê bandoreke çawa li Lubnanê bike?

ANHA