Şêniyên Xiwêran: Biratiya gelan planên Erdogan têk birin

Kurd û erebên bajarê Hesekê îşaret bi têkiliyên xurt ên biratiya her du pêkhateyan kir, nexasim ku dîrok û çarenûseke hevbeş wan tîne gel hev û got: "Dê hemû planên ajandeyan ên bi armanca derxistina fitneyan û derbekirina hevgirtina civakî, têk biçin."

Şêniyên Xiwêran: Biratiya gelan planên Erdogan têk birin
3 sibat, 2022   01:41
HESEKÊ-MEHMÛD UBÊD

Tiştê li hember bûyerên beriya çend rojan li girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê qewimîn, isbateke nû ya li ser hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber ku li dijî mêtîngeran xeta berxwedan û têkoşînê hilbijartin. Di heman demê de ji nasnameyên şehîdên ku QSD’ê ragihandine hatin diyarkirin hemû pêkhate tev li pêngava "Gurzê Gelan" a li dijî DAIŞ’ê bûn û berdêl dan.

Lê tiştê balkêş ê vê berxwedanê, fedekariya her du bira û şehadeta wan a di xendekekê de bû. Her duyan bi armanca parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, li ber xwe da û careke din isbata girêdana hevgirtina civakî ya di navbera hemû pêkhateyan de kir.

Her du şervanên bira yên QSD`ê Mihemed Iyade El-Tebxan (Hemze) û Ehmed Iyade El-Tebxan (Heyder) ji navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê ne û di pêngava "Gurzê Gelan" de gihaştin asta şehadetê.

Têkildarî mijarê Kurd û Erebên li taxên Xiwêran û Salihiyê axivîn û îşaret bi hevgirtina pêkhateyan kir û got: "Hewldanên dijminan ên derxistina fitneyan dê encam negirin, ji ber ku gelê herêmê hevgirtina xwe ava kiriye. Dîrok û pêşerojeke hevbeş wan tîne gel hev."

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tovê demokrasiyê ava bûye û bi nûnertiya Rêveberiya Xweser bi rê ve diçe û weke projeya demokratîk a giştî hate pêşkêşkirin. Di wê sîstemê de pêkhateyên sûrî ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Çeçen û Tirkmen cih girtine. Wê sîstemê bi pêkanîna tevahî xwestên gelan serkeftina xwe isbat kır, têkiliyên biratiyê xurt kir.

Welatiyê bi navê Ednan Îbrahîm ê ji taxa Xiwêran axivî û got: "Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û her wekî din di yek xendekê de li ber xwe didin. Lê êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bi bi fermana dewleta Tirk a dagirker pêk hatin. Bi vê yekê armanc dike fitneyan li herêmê derxe û hevgirtina civakî ya pêkhateyên wê têk bibe. Ev fitne û piştevanên wê dê têk biçin û em ê li dijî Erdogan û çeteyên wê bi ser bikevin."

ꞌTENÊ KUREKÎ MIN HEYE EW JÎ ŞERVANEKÎ QSD`Ê YEꞌ

Îbrahîm ev li gotina xwe zêde kir: "Tenê kurekî min heye û ew jî şervanê QSD`ê ye û ez piştgiriya wî dikim."

Ji taxa Salihiyê Remedan Mihemed Ebû Rewan ê ji pêkhateya Kurd axivî û got: "Pêkhateyên Ereb û Kurd ji beriya salan ve wekî bira bi hev re dijîn, di hemû qadên jiyanê de em bi hev re radibin û rûdinin, ji wan çandinî, dab û çarenûsa hevbeş."

Îbrahîm destnîşan kir ku sîstema Rêveberiya Xweser û biratiya gelan ev hevgirtin xurttir kir, isbata vê yekê jî şehadeta her du birayên Ereb e û wiha got: "Em nikarin vê helwesta lehengane ji bîr bikin, li ser vê yekê em sersaxiyê ji malbatê wan û hemû şehîdan re dixwazin, ji ber ku di oxira parastina civakê de, gihaştin asta şehadetê."

Ji taxa Xiwêran welatiya bi navê Fatme Hec Elî axivî û îşaret bi binketina komploya dawî kir ku hin aliyan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên wê kirin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Ev binketin bi saya hevgirtina gelê herêmê pêk hat. Ji ber ku Kurd û Ereb û hemû pêkhateyên herêmê bira ne, di dawiyê de hêvî dikim ku taxa Xiwêran bi gelê xwe geş bibe û jiyan vegere xwezaye xwe."

Ji taxa Xiwêran Ekrem Xebaz tev li axaftina Fatme Hec Elî bû û got: "Biratiya gelan rê li pêşiya planên Erdogan û çi kesên xwestin ewlehiya herêmê têk bibin da ku wekî herêmên din ên Sûriyê bê ewle bin, girt."

(eh)

ANHA