Artêşa Tirk nuqteyeke hikumeta Şamê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li nêzî gundên Dirdara yê li di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê yê bakur rojavayê Hesekê topbaran kir.

Artêşa Tirk nuqteyeke hikumeta Şamê topbaran kir
3 sibat, 2022   08:46
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li ya parastina sînor li nêzî gundê Dirdara ya navçeya Til Temrê topbaran kir.

Li gorî agahiyan di encama topbaranê de birîndar hene.

Nûçegihanên me diyar kir ku topbaran hemwextî oxirkirina cenazeyên şehîdên Gurzê Gelan li navçeya Til Temrê pêk tê.

ANHA