Kongra Star: Hemû hewldanên dewleta Tirk ji bo vejandina DAIŞ`ê ne

Koordînasyona Kongra Star da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Şehba, Dêrik û Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê ji bo tolê ji binketinên DAIŞ’ê hilîne û destnîşan kir ku mask ji ser rûyê dewleta Tirk ku alîgira DAIŞ`ê ye hatin xwarê.

Kongra Star: Hemû hewldanên dewleta Tirk ji bo vejandina DAIŞ`ê ne
2 sibat, 2022   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Du balafirên şer ên dewleta Tirk zêdetirî 20 caran herêma Şengal, kampa koçberan a Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Her wiha balafireke din a şer stasyona kehrebeyê li nêzî gundê Teqil Beqil ê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir. Di encama wê de stasyon hate hilweşandin û 4 şervanên ku parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 xebatkarên wê birîndar bûn.

Derbarê mijarê de Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha HPC`ê û gelê me êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê têk bir û serkeftin bi dest xist.  Di vê êrişê de dewleta Tirk, rejîma Sûriyê û hêzên herêmî yên dîtir destek didan DAIŞ’ê. Ew êriş hemwextî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Til Temir, Eyn Îsa û Şehbayê pêk hatin.

Piştî hêzên me planên dijber ên bi hewldana têkbirina projeya demokratîk bi bin xistin, ku ev êriş ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter bû, lê belê li ser tevahî cîhanê re xetere bû, dewleta Tirk bi awayekî hovane herêman bombebaran û êriş dike da ku tola binketina DAIŞ’ê hilîne, mîna çawa di têkbirina wê li Baxozê de kiriye.

Careke din mask ji ser rûyên dewleta Tirk ku alîgira DAIŞ`ê ya sereke di cîhanê de ye hatin xwarê û hemû hewldanên wê ji bo vejandina DAIŞ`ê, eşkere bûn.

Em êrişên hovane li dijî gelên herêmê şeremzar dikin û bi van êrişan pîvan û qanûnên navneteweyî her wiha qanûnên mafên mirovan li pêşiya çavên civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê, binpê dike.

Em bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember van êrişan şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û erka xwe pêk bînin her wiha qedexeya hewayî li ser van herêman ferz bikin.

Em bang li tevahî gelên xwe yên berxwedêr dikin ku li hember hemû hewldanên ku dixwazin îradeya me bişkînin, bisekinin. Em soz didin ku em ê tê bikoşin heta ku serkeftinê bidest bixin û hemû komplo û siyasetên dagirkeriyê têk bibin."

(bx)

ANHA