Kongra Star a Helebê: Viyan Soran bû mînaka jinan di lêgerîna azadiyê de

Kongra Star a Helebê salvegera 16`emîn a şehadeta Viyan Soran li dar xist û tê de hate gotin ku Viyan Soran, bi lêgerîna li azadiyê û naskirina felsefeya rêber Ocalan ji hemû jinan re bû mînak.

Kongra Star a Helebê: Viyan Soran bû mînaka jinan di lêgerîna azadiyê de
Kongra Star a Helebê: Viyan Soran bû mînaka jinan di lêgerîna azadiyê de
Kongra Star a Helebê: Viyan Soran bû mînaka jinan di lêgerîna azadiyê de
Kongra Star a Helebê: Viyan Soran bû mînaka jinan di lêgerîna azadiyê de
2 sibat, 2022   17:12
HELEB

Bi boneya salvegera 16`emîn a şehadeta Viyan Soran ku bi armanca şermezarkirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe, Kongra Star a Helebê civînek li dar xist.

Civîn li hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan, partiyên siyasî, komîn, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî -Jin hate lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Nehle Mistefa nameya têkoşer Viyan Soran beriya çalakiya fedayî ji  rêber Abdullah Ocalan re nivîsandibû, xwend.

Dûvre endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Nûjîn Bilind axivî û îşaret bi rêwîtî û taybetmendiyên têkoşer Viyan Soran kir.

Nûjîn Bilind da zanîn ku eşîra Viyan Soran rola jinan red kir, lê wê ev yek tehemûl nekir û li ser vê yekê serî li hemberî biryarên malbatê hilda. Di encamê de tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû.

Nûjîn Bilind destnîşan kir ku şehîd Viyan Soran her ku kesayeta rêber Ocalan nas dikir û felsefeya wî dixwend, bêhtir di lêgerîna azadiyê de kûr dibû.

Nûjîn Bilind îşaret bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd kir û got: "Ji hemû gelan tê xwestin ku tê bikoşin da ku êrişên dijmin rawestînin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Nûjîn Bilind di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Viyan Soran (Leyla Walî) ji jinên azad re bû mînak û soza şopandina rêya wê da.

Di dawiya civînê de li ser rêwîtiya şehîd Viyan Soran û têkoşerên YJA sinivîsyonek hate pêşandan.

(eh)

ANHA