Kurdên li Zorava ya Şamê şehîd Viyan Soran bi bîr anî

Li taxa Zorava ya Şamê bi boneya selvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran, semînerek hate dayîn.

Kurdên li Zorava ya Şamê şehîd Viyan Soran bi bîr anî
2 sibat, 2022   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Zorava ya Şamê bi boneya salvegera 16`an a şehadeta Viyan Soran semînerek hate li darxistin.

Di semînerê de ku bi dehan şênî beşdar bûn, nameya şehîd Viyan Soran ji aliyê encama Rêveber a Kongreya Star a Şamê Newroz Xelîl ve hate xwendin.

Piştî xwendina nameyê endama Koordînasyona Kongra Star a Şamê Edalet Dêrik bal kişand ser kesayet û têkoşîna şehîd Viyan Soran û diyar kir ku şehîd Viyan bi çalakiya xwe peyama berxwedanê da her kesî.

/kr/uploads/files/2022/02/02/192234_181343_c06179c3-0002-4f82-96f2-7f403e6bc00d.webp

Her wiha Edalet Dêrik têkildarî salvegera dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan wiha got:" Hêzên komploger wê nikaribin bigihêjin armancên xwe. Dijmin plan dikir ku wê bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd têk bibin, lê tevahî planên wan têk çûn."

Semîner bi slongenên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA