Şêniyên Qamişlo û Amûdê beşdarî oxirkirina 16 şehîdên pêngava Gurzê Gelan dibin

Li Qamişlo û navçeya Amûdî şîn hat ragihandin. Ji bo tevlêbûna merasîma oxirkirina 16 şehîdan dikandarên Qamişlo û navçeya Amûdê dikanên xwe girtin.

Şêniyên Qamişlo û Amûdê beşdarî oxirkirina 16 şehîdên pêngava Gurzê Gelan dibin
Şêniyên Qamişlo û Amûdê beşdarî oxirkirina 16 şehîdên pêngava Gurzê Gelan dibin
Şêniyên Qamişlo û Amûdê beşdarî oxirkirina 16 şehîdên pêngava Gurzê Gelan dibin
2 sibat, 2022   07:55
QAMIŞLO

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kongreyeke çapemeniyê de di 31`ê Çileyê de ku li Hesekê hate lidarxistin, ragihand di pêngava Gurzê Gelan de û di berxwedana li hember êrişa DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê de 121 şervan û karmendên girtîgehê şehîd bûne.

Ji bo tevlêbûna merasîma oxirkirina şehîdan ku dê îro li goristanên şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê û şehîd Îsmaîl a li navçeya Amûdê, dikandaran dikanên xwe girtin.

Tê payîn ku karwanê 11 şehîdan li Qamişloyê ji pêşiya meclisa taxa Enteriye vê sibe saet di 10:00`an de dest pê bike. Piştre li goristana şehîd Delîl Saroxan wê merasîma oxirkirinê û merasîma eşkerekirina nasnameya fermandara Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) ya eyaleta Mêrdînê Sozdar Cûdî were lidarxistin.

Li navçeya Amûdê jî wê karwanê 5 şehîdan saet 10:00`an ber bi goristana Şehîd Îsmaîl ve bikeve rê.

Bi deh hezaran şêniyên herêma Firat û navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê duh cenazeyên 21 şehîdên pêngava Gurzê Gelan oxir kirin.

(şx)

ANHA