PYD: Divê civata navneteweyî û hêzên garantor helwesta xwe zelal bikin

PYD`ê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Dêrik, Şehba, Şengal û Mexmûrê bi rakirina moralên DAIŞ`ê ya li Hesekê bi bin keftî wesifand û bang li civatên navneteweyî û hêzên garantor kir ku li hember sûcên dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin. 

PYD: Divê civata navneteweyî û hêzên garantor helwesta xwe zelal bikin
2 sibat, 2022   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Mecilsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên şeva din li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê şermazar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dagirkeriya Tirk serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk ya li dijî rêxistina DAIŞ`ê li girtîgeha Sînaa layîqî xwe nedît. Ji bo ku careke din têkiliyên xwe bi DAIŞ`ê re xurt bike û binkeftina DAIŞ`ê di pêngava Gurzê Gelan de binixumîne, êrişî gelê me kir û xwest ewlehî û istîqrara herêmê têk bibe.

Bi berdewamkirina qirkirina gelê kurd, dewleta Tirk a dagirker sêşemê êrişî Kampa Mexmûr, Rojava, Şengal û Şehba yê kir.

Êrişa dewleta Tirk a faşîst li ser stasyonên kehrebeyê û gundên bi ewle li Dêrik û Şengalê têne wê wateya ku dewleta Tirk dijminatî û qirkirina gelê kurd, wêrankirina binesaziya herêmê didomîne. Bi xemsarî nêzî peymanên navneteweyî û rêgezên mirovahiyê dibe.    

Rêzesûcên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriya pêk tîne, dighêje asta sûcên navneteweyî û qirkirinên mezin. Ev jî civaka navdewletî û dewletên garnator di dosya Sûriya di testeke rastîn re derbas dike ku dê piştgiriya wan sûcan bike yan jî li dijî wê derkeve.

Em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku helwetsa xwe ji van sûcên ku dewleta Tirk a faşîst pêk tîne zelal bike. Her wiha bang li hêzên garantor dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriya bisekinin. Dîsa, em qebûl nakin ku herêma me bibe qadeke ku hêzên navneteweyî li ser hesabên di navbera xwe de safî bikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê û mafê rewa bilind bike ji ber ku ew riya me ya yekane ye ku em li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.”

ANHA