​​​​​​​‛Xeteriya DAIŞ’ê berdewam e divê civata navneteweyî bi erkên xwe rabe’

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê da zanîn ku hîna xetereya DAIŞ’ê heye û zêdetir dibe û bang li civata navneteweyî kir ku li hember dosyaya darizandina çeteyên DAIŞ’ê bi erka xwe rabe.

​​​​​​​‛Xeteriya DAIŞ’ê berdewam e divê civata navneteweyî bi erkên xwe rabe’
2 sibat, 2022   07:44
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Têkildarî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê û armanca wan a revandina çeteyên girtî û hewldanên hin aliyan ên vejandina wan li herêmê ajansa me hevdîtinek bi endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed re pêk anî.

Canda Mihemed di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û li ser êrişê wiha got: "Karê girtina çeteyên DAIŞ’ê ne karekî hêsan e, di heman demê de hin dewletan zilhêz dev ji erkên xwe yên wergirtina welatiyên xwe berdan."

Canda Mihemed wiha domand: "Ligel van rewşan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ev çete kontrol kirin û erka malbatên wan jî rakirin. Em xeteriya wan li ser ewlehî û îstîqrarê dizanin. Ji ber ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li ser Sûriyê û cîhanê xeternak in."

Canda Mihemed wiha pê de çû: "Çawa hêzên me (QSD’ê) ji ber tevahî cîhanê ve şerê çeteyên DAIŞ’ê kir, îro jî şerê şaneyên mayî û komên herî radîkal li cîhanê dikin."

‛DESTEKDAYÎNA LOJISTÎKÎ Û PERWERDE’

Canda Mihemed rola hin dewletan di destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê de ji destpêka krîza Sûriyê û heta vê kêliyê bi bîr xist û got: “Heta vê kêliyê jî dewleta Tirk piştevaniya madî û manewî dide wan çeteyan, wan perwerde dike û çekan dide wan. Bi wê yek hewl dide projeyên dagirkeriyê li herêmê pêk bîne. Bi vê yekê armanc dike karê QSD`ê bi rêya çeteyan asteng bike. Di her hemleyeke QSD’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker li deverên cuda yên herêmê êriş dike. Di dema hemleya rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê de di Adara 2019’an de û ji bo tolê ji têkçûna wê hilîne, dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kir."

Canda Mihemed wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk heta vê kêliyê hewl dide DAIŞ’ê vejîne, da ku ajandeyên xwe pêk bîne. Êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, li gorî detayan, çeteyên êrişker ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ne ku dewleta Tirk dagir kirine. Her wiha çeteyên din ji sînorê Iraq-Sûriyê hatin. Ev yek jî nîşan dide ku hîna xetereya DAIŞ’ê li ser herêmê heye û gefan li cîhanê dixwe. Divê civata navneteweyî bi erka xwe ya li hember dosyaya çeteyên DAIŞ’ê rabe."

‛PLANA DERBEKIRINA RÊVEBERIYA XWESER’

Li ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî girîtgeha Sînaa Canda Mihemed ev tişt anî ziman: "Ew planeke ku ji gelek mehan ve ji hêla dewleta Tirk ve hatiiye amadekirin. Jê armanc dike Rêveberiya Xweser derbe bike. Her wiha serkeftina QSD’ê di vê êrişê de, qetilkirin û girtina êrişkaran pîroz dikim."

Canda Mihemed îşaret bi xeterî û bandorên êrişê li ser herêmê kir û wiha berdewam kir: "Heke çeteyan armancên xwe pêk anîbana wê girtîgeha Sînaa ku mezintirîn girtîgeha çeteyên DAIŞ’ê ye û tê de 5 hezar girtî hene di nav de serçeteyên mezin û xeternak hene, xeteriyeke mezin li ser cîhanê çêkiriba."

Canda Mihemed ji bo tunekirina bandora xeteriya DAIŞ`ê li ser herêmê ev pêşniyar kir: "Divê Piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, ji cezayên Qeyser bê îstîsnakirin. Piştgiriya aboriya wê bê kirin. binesaziya herêmê were sererastkirin, derfetên kar ji şêniyan re bê peydakirin da ku kesên tev li komên tundraw bûne, ji wan dûr bixin. Her wiha divê dewletên ku hemlwelatiyên xwe di nav DAIŞ`ê de hene hildin û wan darizînin."

Di heman çarçoveyê de Canda Mihemed têkildarî nebersivdayîna dewletan ji bangên Rêveberiya Xweser re ku çeteyên DAIŞ’ê darizînin got: "Hin dewletan, di nav de jî dewleta Tirk, naxwazin çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin, ji ber bi darizandinê re sûcên ku li dijî gelan pêk hatine eşkere dibin. Dewleta Tirk mejiya ku DAIŞ’ê kontrol dike, tevahî delîl û îsbat li ser vê yekê hene. Ji ber vê dewleta Tirk naxwaze werin darizandin û ligel wê jî naxwaze îstîqrar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were."

‛DAIŞ BI ZIMANÊ ÇEKÊ Û QUTKIRINA DESTAN DIAXIVE’

Canda Mihemed diyar kir ku para jinê ji êrişên DAIŞ’ê ya herî mezin bû. Ji ber DAIŞ dema hin herêmên li Reqa û Dêrazorê kontrol kiribûn tenê bi zimanê çekê û qutkirina destan dizanî.

Canda Mihemed xuya kir ku ji ber rola jinan a pêşeng, her tim tên hedefgirtin û wiha got: "Bi gemlperî tê dîtin ku di vê şoreşê de jin tên hedefgirtin ku rola wê pêşeng e. Ji lew re DAIŞ’ê û piştgirên wê hedef digirin ku vîna wê bişikînin. Lê jinan xwe îsbat kir ku ev kiryar îsrara wan a li ser standina mafên xwe zêde dike. Ev yek jî di êrişa dawî ya DAIŞ’ê li ser girtîgehê de eşkere bû ku çawa jinan çek hilgirtin, derketin kolanan û bajarên xwe li hember gefan parastin û destekdayîna ji QSD’ê re nîşan da."

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Canda Mihemed bang kir ku divê di navbera sûriyan de diyalog çêbibe, destwerdanên derve şermezar bikin û li dora Rêveberiya Xweser bicivin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Digel rewşa heyî, dagirkerî, berjewendî û nakokiyên dewletên çavên xwe li herêmê ne ji sûriyan tê xwestin ku berê xwe bidin Sûriyeyeke demokratîk, zimanê diyalogê pêk bînin û li dora Rêveberiya Xweser bicivin ku krîza Sûriyê çareser bibe."

(fr)

ANHA