​​​​​​​Xerîb Hiso: Tirkiyê ji bo tolhildana binkeftina DAIŞ'ê ji Dêrikê heta Şengalê bombebaran kir

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso diyar kir ku dewleta Tirk binkeftina DAIŞ'ê ya li girtîgeha Sînaa tehemul nekir, ji ber vê yekê bi balafiran Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Şengal bombebaran kir.

​​​​​​​Xerîb Hiso: Tirkiyê ji bo tolhildana binkeftina DAIŞ'ê ji Dêrikê heta Şengalê bombebaran kir
2 sibat, 2022   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh êvarê bi balafiran gundekî Dêrikê, Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Ev êriş hemwextî ragihandina binkeftina êrişên çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê ji aliyê QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve pêk hat.

Têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji ANHA'yê re axivî. Hiso ev êriş bi binkeftina çeteyên DAIŞ'ê li girtîgeha Sînaa ve girêda û got: "Ev êrişên ku artêşa Tirk a dagirker daye destpêkirin ji ber bikeftina wê ya bi rêya êrişên çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê ye. Serkeftina ku QSD`ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de pêk anîye, ji bo dewleta Tirk a dagirker derbeyeke xurt bû."

Hiso diyar kir ku binkeftina DAIŞ'ê kaxez û sirên dewleta Tirk û hevkarên wan yek li dû yekê eşkere kirin û wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka ku hin herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine ve, êrişên xwe yên bejahî û hewayî li ser herêmê zêde kirine. Şevê din bi dijwarî êrişî herêmên Şehba, gundên Dêrikê û Mexmûrê, her wiha Şengalê kir. Ev yek dide diyarkirin ku hewl dide tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne û vê binkeftinê qebûl nake.

Hiso destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet a pêkhateyên Hesekê tehemul nekir. Ji ber vê yekê bi awayekî hovane êrişî herêmê dike. Ev dewleta dagirker hewl dide gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd ku DAIŞ'ê têk birine, qir bike.

Hiso bi domdarî got: " Dewleta Tirk endamekî NATO ye. Lê mixabin em dibînin ku dewleteke NATO'yê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê da ku êrişî girtîgeha Sînaa bikin, emîrên DAIŞ’ê ji girtîgehê derxin û bi rêya wê êrişên xwe yên li dijî herêmê fireh bikin."

Têkildarî bêserûberbûna êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmê Hiso wiha axivî: "Serokên Koalîsyona Navnetgeweyî û NATO'yê rojekê jî ji ber sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, hesab jê nexwestine."

Hiso anî ziman ku ji ber sûc û komkujiyên ku ku pêk tîne, bi taybet piştî êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, divê dewleta Tirk were darizandin.

‛DEWLETA TIRK BI RÊYA ÊRIŞÊN XWE HEWL DIDE TOLA DAIŞ’Ê HILÎNE’

Hiso da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişan dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne û projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe û got: "Bêdengiya civata navneteweyî bi taybet a Koalîsyona Navneteweyî derfetê li pêş berfirehkirina êrişên dewleta Tirk vedike."

Xerîb Hiso bang li gel kir û wiha domand: "Em weke TEV-DEM’ê bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku em li hember êrişan bibin xwedî helwest, mîna çawa me piştevaniya QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrişa DAIŞ’ê têk birin. Bi rihê vê serkeftinê û bi rihê 121 şehîdan em ê li hember van êrişan bisekinin da ku destkeftiyên xwe diparêzin. Berxwedan û têkoşîn para me ye, têkçûn para faşîst, terorîsta DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk e."

(fr)

ANHA